Elmas Eren a 39 salan li Kurê xwe Hayrettîn Eren geriya jiyana xwe ji dest da 2019-08-19 18:52:40   STENBOL - Dayika Şemiyê Elmaz Eren a ji bo aqûbeta windayan bipirse 751 hefte ne li Qada Galatasarayê û pêş Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê tev li çalakiyên Dayikên Şemiyê dibû, bêyî aqûbeta kurê xwe fêr bibe û bigêje hestiyê kurê xwe Hayrettîn Eren, li mala xwe ya Avcilarê jiyana xwe ji dest da.    Dayîkên Şemiyê 23 salan li Qada Galatasaraya Kolana Îstîklalê ya Stanbolê û 1 salin li pêş Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê kom dibin û ligel xizmên xwe yên winda li “Mirovahî” û “Wijdanê” jî digerin. Serpêhatiya Dayîkên Şemiyê bi çîrokên xizmên xwe yên windare, dest pê dike. Yek ji Dayikên Şemiyê, dayîka Hayrettîn Eren ê 39 salin winda ye Elmas Eren û xişka wî Îkbal Eren tu ferqa çîroka wan ji yên din ne cûdaye.   Dayîk Eren û Îkbal Eren bi salane têkoşîna ji bo bigihijîn hestiyê Hayrettîn Eren dan û deriyek nema ku lênexistin. Malbata Eren, hîna jî wêneyên Eren ên di dibistina Navîn û lîseyê de xêz kirin û amûrên wî vedişêrin.    Dayika Şemiyê Elmaz Eren a ji bo aqûbeta windayan bipirse 751 hefte ne li Qada Galatasarayê û pêş Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê tev li çalakiyên Dayikên Şemiyê dibû, li mala xwe ya Avcilarê jiyana xwe ji dest da. Kurê Elmas Eren Hayrettîn Eren di 21'ê mijdara 1980’an de li Rêboriya Haşim Îşcan a Stenbolê hatibû binçavkirin û 39 salin winda ye. Ji 27'ê Gulana 1995'an ve Dayikên Şemiyê tam 700 hefteyan li Qada Galatasarayê li xizmên xwe yên winda geriya. 51 hefteyan jî li pêş ÎHD'ê ya Stenbolê di bin dorpêça polîsan de li aqûbeta windayan geriyan. Niha di nav Dayikên Şemiyê de ya herî temendirêj Elmas Eren bû. Kurê wê Hayrettîn Eren (26) piştî darbeya 12'ê Îlonê di 21'ê Mijdara 1980'yî de hat binçavkirin û windakirin. Di salên dawî de Erena 87 salî ji ber rewşa xwe ya tenduristiyê nikarîbû biçe Qada Galatasarayê. Her hefte telefonî keça xwe Îkbal Eren dikir û digot "Ev hefte çawa derbas bû? Kî hat bibîranîn? Kî hatibûn?"    Dayik Eren, ji roja ku çalakiyên Dayikên Şemiyê dest pê kirin ew tev li wan bû û ji bo biçe Qada Galatasarayê xesûya xwe ya felcî datanî cem xizmên xwe û berê xwe dida qadê. Dema hevalê Hayrettîn diçû mala Eren, li cem wan qet nedigiriya. Di nava xwe de digiriya. Tim êşa wê di nava wê de bû. Nedixwest kes li ber bikeve. Lê tu carî dev ji lêgerîna wî berneda. Bêyî ku hayê me jê hebe diçû Midûryeta Polisan. Di salen dawî de ji ber tenduristiya wê hin tiştan tev li hev dikir. Lê hin tişt hene hîn jî ji bîra wê neçûne. Dema xwarineke Hayrettîn jê hez dikir çêdikir gazî keça xwe dikir. Dema kesekî dişibiya wî bidîtana digot. Her çend dem derbas bû jî, bê hêvî nebû. Di got 'Hin tişt hene qet nayên jibîrkirin.'     Elmas Eren ji sala 1995'an ve her hefte çû Qada Galatasarayê. Dema hefteyekê neçûya xew bi çavên wê nediket. Qada Galatsarayê bûbû cihê goristana wê. Elmas Eren û keça xwe Îkbal Eren 39 salan li benda aqûbeta Hayrettîn Eren ê dibin çavan de hat winda kirin rawestiyan. Dayik Elmas Eren ji bo goreke kurê wê hebe têkoşînek bê heman da.     LI ÇANAKKALEYÊ JI DAYIK BÛ   Eren, di sala 1933'an de li Emîrorgan a Navçeya Bînga yê Çanakkale ji dayik bû. 3 xwik û bira bûn. Di sala 1950'an de bi Kemalettin Eren re zewici. Zaroka wan a ewil Cemile di sala 1951’an de ji dayik bû. Ji ber hevjînê wê nexwest li gund bijî koçî Stenbolê kirin. Di sala 1954'an de kurê wan Hayrettin Eren ji dayik bû. Di sala 1957’an û sala 1964’an de zarokên wan îkbal û Faruk Eren  ji dayik bûn. Hayrettîn Eren di 21'ê Mijdara 1980’an de ji bo bi hevalê xwe Ahmet Ozturk re hevdîtin bike derket û li Rêboriya Haşim Îşcan a Stenbolê hat revandin. Eren ji wê rojê heta niha li kurê xwe Hayrettin Eren digere aqûbeta wî dipirsî.