CHP'iyan bertek nîşanî qeyûman da: Darbeya li vîna gel nayê qebûlkirin 2019-08-19 12:17:53 STENBOL - CHP'iyan bertek nîşanî tayînkirina qeyûman a şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê da û ev tişt gotin: "Darbeya li dijî vîna gel tê kirin bi tu awayî nayê qebûlkirin."   Hevşaredarên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji peywirê hatin girtin û qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin. Gelek CHP'iyan li ser hesabên xwe yên medya civakî bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û tiştên pêk hatine jî weke "Darbeya li dijî vîna gel' nirxand û şîrovakirin.    Serokwekîlê Koma CHP'ê Ozgur Ozel diyar kir ku AKP'ê careke din li şûna demokrasiyê faşîzmê hilbijartiye û li ser hesabê xwe yê medya civakî ev şîrove kir: "Jipeywirgirtina şaredarên ku piraniya gel wan tercîh kiriye, nîqaşkirina hebûna desthilatê ye. Heke kesên ku bi hilbijartinê hatine û hilbijartinê neçin, kesên desthilatê bi destxistine darbekar û faşîst in."    ÎMAMOGLÛ: NAYÊ QEBÛLKIRIN    Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglû jî bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û li ser hesabê xwe yê twiterê ev daxuyanî da: "Jipeywirgirtin û tayînkirina qeyûman a şûna şarêderên Amed, Mêrdîn û Wanê ku di Hilbijartina Herêmî ya 31'ê Adarê de bi dengên gel hatin hilbijartin, nikare bi demokrasî û tevgerên demokratîk bê îzahkirin. Tunehesibandina vîna gel nayê qebûlkirin."   TANRIKÛLÛ: DARBEYA LI DIJÎ TERCÎHA SÎYASÎ YA GEL E   Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû li ser hesabê xwe yê  twiterê ev tişt gotin: "Darbe tenê bi tanq, top û tifingê pêk nayê. Di meha 4'an de jipeywirgirtin û tayînkirina qeyûm a serokên şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê li dijî hiqûqê ye, darbeya li dijî tercîha siyasî ya gel e."   Seroka CHP'ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglû jî ev daxuyanî da: "Hin kesan gotibû demokrasiya pêşketî newsa? Darbeyeke din a li dijî vîna gel. Jipeywirgirtin û tayînkirina qeyûm a serokên şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê ku bi dengê gel hatibûn hilbijartin, li dijî hiqûqê ye, darbeya li dijî tercîha siyasî ya gel e."   'ŞERM E HEYF E GUNEH E'   Parlamenterê CHP'ê Ozgur Karabat jî li ser hesabê xwe yê medya civakî ev tişt anî ziman: "Jipeywirgirtina serokên şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê nayê qebûl kirin. Şerm e.. Heyf e.. Guneh e..xayintiya li dijî welat e. Dema ku gel deng dide we dibe vîn??"   'HÛN NIKARIN VÎNA GEL TESLÎM BIGIRIN'   Serokê Giştî yê Partiya Piştevanî û Azadiyê (ODP) Alper Taş jî li ser hesabê xwe ev parvekirin weşand: "Li gel hemû tundiyan jî gel di 31'ê Adarê de pergala we ya qeyûm têk bir. Hûn bi jipeywirgirtina şaredarên Amed, Mêrdîn û Wanê nikarin vîna teslîm bigirin. Pergala qeyûm pergala tûndî û diziyê ye. Qesir îstifa gotin, raye, biryar, desthiat ji gel re!"   'LI CIHÊ KU HIQÛQ TUNEBE DEMOKRASÎ TUNEYE'   Alîkarê Serokê Giştî yê CHP'ê Velî Agbaba jî vê daxuyaniyê da: "Jipeywigirtina şaredarên ku beriya 4 mehan namzetiya wan hat qebûlkirin û bi dengê gel hatin bilbijartin, bi awayekî vekirî darbe ye. Li cihê ku ewlehiya hiqûqê tunebe, demokrasî jî tuneye. Berê darbe bi çekan dihat kirin, darbekarên niha bi destê YSK û Wezareta Karên Hundir darbe pêk tînin. Darbeya demokrasiyê ya bi destê Wezareta Karên Hudnir a li dijî şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê faşîzm bixwe ye. Jipeywirgirtina şaredarên ku hatine hilbijartinê rêbaza dewletên çadir e. Darbeya li dijî vîna gel hatiye kirin bi tu awayî nayê qebûlkirin."