Qeyûmê Wanê bi 'Erdogan' hat 2019-08-19 11:19:04 NAVENDA NÛÇEYAN -  Waliyê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez ku weke qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat kirin, karê wî yê destpêkê bû daleqandina wêneyê Serokkomar Erdogan.  Wezareta Karên Hundir, hevşaredarên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê ji peywirê girt û qeyûm tayînî şûna wan kir. Waliyê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez wek qeyûm tayînî şûna Hevşaredara Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan hat kirin. Qeyûm Bîlmez, di saetên serê sibehê de çû avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê. Bîlmez weke karê destpêkê jî wêneyê Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan bi xwe re anî şaredariyê û li odeya meqam a şaredariyê daleqand.