Piştî tayînkirina qeyûm Merdînê dorpêç kirin 2019-08-19 10:55:58 MÊRDÎN - Lêgerîna polisan a piştî tayînkirina qeyûm ku li bînaya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê dest pê kir, didome. Avahiya HDP'ê û gelek nuqteyên bajar hatin dorpêçkirin.    Piştî ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku di Hilbijartinê Herêmî ya 31'ê Adarê de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi ferqeke mezin bi dest xist,  hat kirin, li gelek nuteyên bajar ji aliyê polisan ve hatine dorpêçkirin. Lêgerîna polisan a li avahiya şaredariyê hatibû destpêkirin, didome û gelek TOMA û wesayîtên polisan li hewşa şaredariyê hatine bicihkirn. Her wiha gelek polis li ber avahiyên zêdek ên li deverên cuda yên bajar ên şaredariyê hatin bicihkirin.    Derdora avahiya HDP'ê ya bajar jî ji aliyê polisan ve hat dorpêçkirin û TOMA û gelek hêzên çevîk li derdora avahiyê hatine bicihkirin.