MYK'a HDP'ê awarte civiyan: Ev darbeya siyasi ya nû ye 2019-08-19 10:48:02 ENQERE - Endamên MYK'ê yên HDP'ê piştî tayînkirina qeyûm a Şaredariyên Bajarên Mezin ên Wan, Amed û Mêrdînê bi awayekî awarte li hev kom bûn. MYK'ê bi sernavê “Em bêdeng nabin, em ranawestin" daxuyanî dan û gotin: “Ev darbeya nû û aşkere ya siyasî ye."    Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) Ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), piştî Wezîrê Karên Hundir qeyûm tayînî Şaredariyên Bajarên Mezin ên Wan, Amed û Mêrdînê kirin, bi awayekî awarte li hev kom bûn. Di civîna MYK’ê de Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî serokatiya civînê kir. Beriya civînê MYK'ê daxuyaniyek nivîskî weşand. MYK'a HDP'ê bi sernavê “Em bêdeng nabin, em ranawestin" daxuyanî dan.      MYK'ê di daxuyaniyê de diyar kir ku HDP'ê Bajarê Amedê ji sedî 63, Bajarê Mêrdînê ji sedî 56 û bajarê Wanê ji sedî 53 dengan şaredarî qezenç kiriye. Hevşaredarên me li ser derewên Wezîrê Karên Hundir û li dijî qanûn û hiqûqê ji peywira xwe hatine dûrxistin. Li dijî endamên meclîsa şaredariyê û xebatkarên şaredariyê operasyona binçavkirinê ya mezin didome. Ev aşkere darbeya nû ya siyasî ye. Ev di heman demê de li dijî vîna gelê Kurd a siyasî helwestek dijminantiyê ye. Wezîrê Karên Hundir vîna gel xezp kiriye. Bi provokasyonan tu şop li şûna demokrasiyê nehiştiye. Tetîkêşên van pêkanînên dijdemokratîk e. Navenda darbeyê ye. Di serdema qeyûman de di serî de 3 şaredariyên bajarên mezin, çavkaniyên hemû şaredariyên HDP'ê xerç kirin û li pişt xwe kavilek hiştin. Di rapora sayiştayê de jî hat dîtin ku şaredarî hatin talankirin û şelihandin.    Bi vê yekê qasî misqalekê rewaya demokrasiyê ya vê îktîdarê nemaye. Vîna gel xesp kirine. Vîna ku gel di hilbijartinê de bi dest xistine û îktîdarê nekariye bi dest bixe, bi tundî u zora dewletê xwestiye xezp bike. Ev xezp û zordarî bûye rewşek asayi ya AKP-MHP'ê.    Em ê li dijî vê îktîdarê têkoşîna rewa û demokratîk li gorî hiqûq û pîvanên gerdûnî berdewam bikin. Demokrasiyî bi têkoşîn û biryara hevpar a hêzên demokrakiyê pêş dikeve. Em bêdeng nabin, em ranawestin."