Ahmet Turk: Vîna gel nas nakin û ji vêre dibêjin ‘demokrasi’ 2019-08-19 10:28:42   MÊRDÎN - Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdinê Ahmet Turk, bertek nîşanî tayînkirina Qeyûm a şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê da û wiha got: "Ev ev tişt li dijî qanûn, hiqûqê ye. Vîna gel nas nakin û ji vê yekê re dibêjin demokrasî.    Wezîrê Karên Hundir qeyûm tayînî şûna Hevşaredarên Bajarên Mezin ê Amed, Wan û Mêrdînê kir. Li Şûna Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli, Waliyê Amedê Hasan Basrî Guzeloglu, li şûna Hevşaredarê Mêrdinê Ahmet Turk Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman û li şûna Hevşaredara Wanê Bedîa Ozgokçe, Waliye wanê Mehmet Emin Bîlmez tayîn kir. Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman cara duyemîn wekî qeyûm tayînî şaredariya Mêrdîn tê kirin. Qeyûmê Tayînî Şaredariya Mêrdînê hatibû kirin Yaman ku berê sê salan şaredarî bi rêve bir 1.5 trilyon tl deyn li pey xwe hiştibû. Patiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartina 31'ê adarê de bi ji sedî 56’an deng girtibû û Hevşaredar Ahmet Turk, hatibû hilbijartin. Hevşaredra Ahmet Turk, bertek nîşanî vê yekê da û got: "Ev li dijî aqil e. Li dijî hiş û zanînê ye. Ne hiqûqî û ne zagonî ye. Vîna gel nas nakin. Ji vê yekê re ji dibêjin demokrasî. Her tişt aşkere li holê ye.  Walî Mustafa Yaman dîsa tayîn kirin û ev dijdemokratîk e."