Di ser Komkujiya Beybahçeyê re 3 sal derbas bûn: Kiryarên sereke nehatin aşkerekirin! 2019-08-19 09:10:14 DÎLOK – Di ser Komkujiya Beybahçeyê re 3 sal derbas bûn. Parêzer Yakûp Koca, diyar kir ku kiryarên sereke nehatin aşkerekirin û got: "Ji xeynî duakirina ji bo miriyan tiştek nehat kirin."  Li Taxa Beybahçe ya navçeya Şahînbey a Dîlokê, di 20'ê Tebaxa 2016'an de DAIŞ'ê li hemberî daweteke kurdan êrîşeke xwekujiyî pêk anî bû. Di êrîşê de 40 jê zarok 56 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Di danişîna biryargirtinê ya 14'ê Adara 2019'an de, heyeta dadgehê daxwazên malbatên mexdûr red kirin û tenê ceza li bersûcên heyî birî û dosye girt. Her wiha bi heman hincetê ji bo bersûcekî jî biryara beraatê da. Piştî vê, ji bo heqîqet derkeve holê parêzeran serî li Dadgeha Îstinafê ya Enqereyê da.    Parêzer Yakûp Koca, pêvajoya dadgeha îstinafê ku hîn didome û pêvajoya darizandinê nirxand. Koca, bilêv kir ku qenaeta wan ew e ku kiryarên sereke yên teqînê bi tevahî nehatine darizandin. Koca, anî ziman ku di danişînê de Fadîle Cabael, hevjîna yek ji berpirsiyarên teqînê Emîrê DAIŞ'ê yê Dîlokê Kadîr Cebael, gotiye "hevjînê min hat kuştin" û piştî vê gotinê hatiye berdan û paşê heyeta dadgehê der barê wêd e biryara beraatê daye. Koca, bilêv kir ku ev yek jî nîşan dide ku kiryarên sereke yên komkujiyê çawa hatine parastin.    JI XEYNÎ DUAKIRINÊ TIŞTEK JÎ...   Koca, diyar kir ku şeva teqîn pêk hatiye çûne cihê bûyerê û li wir bi tiştekî wisa re rû bi rû mane ku ne mimkun bû derûniya mirovan wê yekê hilgire. Koca, destnîşan kir ku di dîroka Komara Tirkiyeyê de di warê hejmarî de Komkujiya Beybahçeyê komkujiyeke herî xwînî û di warê hedefgirtina zarokan de jî komkujiyeke herî trajîk e. Koca, got: "Di ser vê komkujiyê re 3 sal derbas bûn. Di sêyemîn salvegera komkujiyê de, di warê darazê de rewş qet ne zelal e. Ne kiryar tên lêpirsînkirin ne jî ji bo darizandina didome hewldaneke cidî heye. Her çend em tim dibêjin divê ders ji bûyerên bi vî rengî bê girti, lê belê em dibînin ku pir esas nayê girtin. Çimkî siyaseta qirêj didome. Tevdîrên ewlehiyê yên heyî ji dêvla ewlehiay welatiyan, ji bo girtina muxalifan, ji bo binpêkirina rêgezên demokrasî û hiqûqê tên bikaranîn. Loma qenaeta me ew e ku sedemên komkujiyê nehatine aşkerekirin. Di sêyemîn salvegera teqînê de gava em li paş xwe dizîvirin tenê tişta em dibînin ew e ku ji xeynî duakirina ji bo miriyan tiştek nehatiye kirin."    Koca, destnîşan kir ku ji bo wijdanê civakê rihet bibe, divê darizandin li gor wê pêk bê. Koca, bal kişand ser guherandina dosyeyê ku şandin Kayseriyê jî û got, ev yek jî nîşan da ku wê kiryar bi awayekî hiqûqî neyên darizandin. Koca, destnîşan kir ku heyeta dadgehê tenê bersûcên heyî ceza kiriye û got: "Ji xeynî çend îstisnayanî mixabin em dibînin ku di bûyerên bi vî rengî de kiryar nayên darizandin, gelek jê an winda ne an jî bi awayekî mirî tên dîtin. Ev rewş ji bo Komkujiya Beybahçeyê jî têbor e. Kiryar, miriye. Bi vî awayî bi xwe re gelek zanyariyan jî dibe. Me gelek caran bilêv kir ku ev darizandin ne bi dilê me û raya giştî ye. Me diyar kir ku bersûcên heyî li hemberî mirovahiyê sûc kirine. Me got peywirdarên cemaweriyê yên di êrîşê de berpirsiyar in nehatine darizandin û ji bo vê me daxwaza îstinafê kir. Niha biryar li Dadgeha Îstinafê ya Enqereyê ye."    Koca, diyar kir ku armanca wan ne ew e ku cezayekî zêdetirî deh qatê temenê bersûcan bê birîn, armanca wan a sereke ew e ku kiryarên sereke yên bûyerê bên darizandin û peywirdarên cemaeriyê yên îhmalkarî kirine bên darizandin.    Her wiha Koca, diyar kir ku ger dadgeha îstinafê li gor normên hiqûqê biryarekê negire ew ê serî li Dadgeha Bilind bidin û tiştek ji vê derneyê ew ê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn û piştî rêyên hiqûqa hundurîn bixitimin ew ê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin.