Can: Ocalan hewl dide Tirkiye ji nava çirava şer rizgar bike 2019-08-19 09:09:07 STENBOL - Berdevkê 78'an Celalettin Can, bal kişand ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a “Ez hebûna vîna ku biryara Ozal nîşan bide lêpirsîn dikim" û got: "Ocalan bi vê banga li Erdogan dike, dibêje "Ez îro dikarim aştiyê pêş bixim û Tirkiye ji nava çirava şer rizgar bikim."    Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 7'ê Tebaxê de çûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kirin. Parêzeran peyama Ocalan bi raya giştî re parve kirin. Ocalan di peyama xwe de got: "Ez dixwazim li ser ruyê cîhanê cihekî ji Kurdan re ava bikim. Werin em bi hevre pirsgirêka Kurd çareser bikin. Em di hefteyekê de rewş û îhtîmala çareseriyê ji holê rakin. Ez dikarim çareser bikim. Ez ji xwe bawer dikim. Ez ji bo çareseriyê amade me. Lê divê dewlet û aqilê dewletê jî, erk û berpirsiyariya xwe pêk bîne.    Berdevkê Komeleya 78'an û endamê Heyeta Mirovên Aqîl ê Herêma Anatoliya Navîn ê serdema "Çareseriya Demokratîk" Celalettin Can, bal kiyand ser peyama Rêberê PKK'ê Ocalan û niqaşên li ser “koridora ewlehiyê"    'HEWLDANÊN OCALAN JI BO AŞTIYÊ YE'   Can, bal kişand ser çalakiyên grava birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Ocalan ên di 8'ê Mijdara 2018’an de di pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven de dest pê kir û bi tevlêbûna hezaran girtiyên siyasî di 26'ê Gulana 2019'an de bi dawî bû û wiha got: “Ocalan ewil xwest grava birçîbûnê bi dawî bibe. Piştî greva birçîbûnê bi dawî bû di hevdîtinên bi parêzeran de ji bo meseleya Kurd zimanekî pir hasas di axivî. Di hevdîtina parêzeran a di 22'ê Gulanê de got ‘Ev hevdîtin nayê wateya pêvajoya muzakereyan.' Ev yek bi taybet anî ziman. Dîsa peyan ji hemû hêzên demokrasiyê re şand. Peyama xwe ji hemû beşên siyasî yên Tirkiye û dewletê re şand. Got hemu beş wê bersîvek çawa bidin di nava 30-40 rojan de diyar bibe."    JI HIKÛMETÊ BERSÎV XUYA NABE    Can, bal kişand ser banga Ocalan a “Ez hewl didim ji Kurdan re cihekî vekim. Werin em bi hevre meseleya Kurdan çareser bikin. Em di hefteyekî de rewşa şer ji holê rakin. Ez ji bo çareseriyê amade me. Lê divê dewlet û aqilê dewletê jî erk û rola xwe bilîze" û wiha lê zêde kir: "Hewldanên Ocalan ên çareserî û aştiyê bê navber didomin. Lê li holê ji bo daxwazên demokratikbûnê pêş bixin ji milê hikûmetê tu gav û bersîv xuya nabin.  Erdogan û şirîkên koalisyonê li gorî xwe çareseriyê plan dikin. Hikûmet dixwaze wekî mijara ‘beka’ bigire dest û bi vî rengî araste bike. Çareseriyê di polîtîka û rêbazên dijdemokratik, militarist, korporatist de digerin. Di nava welat û Rojhilata Navîn de bi rêbaza tunekirina têkoşîna gelekî polîtîka dimeşînin. Di encamê de avakirina 'Herêma Ewle' ya li Rojava encama van polîtîkayên mîlîtarîzt e.    Hewldanên hikûmetê yên dagirkirinê xwest bi rêbaza “Ewlehiyê" pêş bixe. Lê piştî DYA ket navberê ev polîtîkayên wê bi ser neketin. Niha Erdogan pirsa tu wateya ‘milli’ û ‘xwecihî" dimîne dipirse. Ji ber politikayên hikûmetê DYA li herêmê bêtir bû xwedî gotin. Bêtir xwe mudaxaleyî pirsgirêkan kir. Êdî li ser sînor bi tevlêbûna Eskerên DYA ewlehiya sînor tê stendin. Yên Kurdên Rojava jî tenê sûcê wan ewe ku Kurd in. Naxwazin ku xweseriya Rojava bandorê li ser Kurdên Tirkiye jî bikin û her dem xeyalen perçekirinê dixin meriyetê."    TIRKIYE NIKARE BI POLÎTÎKAYÊN HEYÎ BI RÊVE BIÇE    Can, anî ziman ku Tirkiye di nava krîzek kûr de ye û wiha bi dawî kir: "Tirkiye êdî nikare bi van polîtîkayên heyî xwe bi rêve bibe. Ev polîtîka krîze bêtir kûr dikin. Ocalan, diyar dike ku polîtîkayên şer û pevçûnê bêtir wan dixe nava fikaran û bêtir Tirkiye ji çareseriyê dûr dikeve. Ocalan balê dikişîne ser sekna Ozal a sala 1993'an a 'Bi şer çareseri pêş nakev' û dixwaze li şûna şer aştî û çareseriya demokratîk pêş bixe. Dîsa Ocalan dixwaze vîna ku biryara Ozal nîşan bide derkev holê û vê vîn û biryara Ozal lêpirsîn dike. Bi vê yekê qala Erdogan û siyaseta heyî dike û dixwaze vê vîna çareseriyê nîşan bide û wêrekî tev bigere. Wê demê şert û mercên aştiyê bêtir xirab bûn. Lê niha şert û mercên aştiyê ji her demê baştir in. Ocalan dikare aştiyê pêş bixe û Tirkiye ji nava çirava şer rizgar bike. Lê heta niha partiya muxalefeta sereke û partiyên din ên muxalif bersîvek nedane banga Ocalan."