Xizmên windayan: Ger dewlet gav bavêje, wê Ocalan çareseriyê pêk bîne 2019-08-19 09:08:09 AMED - Xizmên windayan, bal kişandin ser peyamên “Aştî û çareseriyê” yên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û gotin: “Ocalan dikare çekan bêdeng bike. Ji bo vê jî divê dewlet gav bêje.” Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, di hevdîtina herî dawî ya bi parêzerên xwe re kir de peyamên “aştî û çareseriyê” dan. Ev peyamên Ocalan di raya giştî de hêviyek mezin ava kir. Xizmên windayan ên li aqûbeta xizmên xwe yên di salên 1990’an de di cînayên kiryar nediyar û dibin çavan de winda kirin û li aqûbetên wan digerin, peyam û bangên Ocalan ên di cıvata raya giştî de deng da nirxandin.    ‘DIKARE ÇEKAN BIDE BÊDENG KIRIN’   Yek ji xizmên windayan Îffet Mûtaş a 65 salî, diyar kir ku banga “aştiyê” ya Ocalan carek din hêviyên wan mezin kirin û got: “Ger aştî pêk were, emê cenazeyê birayê min bibinîn û wê faîl bên darizandin. Divê bersiv ji bo bangên Ocalan bên dayîn û ji bo aştî pêk were  gav bên avêtin. Çi dema ku Birêz Ocalan li ser masê rûne, wê karibe çekan bêdeng bike. Divê dewlet jî li gorî vê yekê soza aştiyê bide. Êdî bese. Heya niha me tim got aştî û emê ji vîr û şûnde jî bêjin aştî. Divê dewlet operasyonên xwe bi dawî bike. Tu ferq dinavbera me û dayîkên leşker û polîsan de tuneye. Li gel ku dilê me şewitiye jî em, dîsa aştiyê dixwazin. Bila êdî mirin pêk neyin.”    ‘DEVLET ADIM ATMALI’   Mehmet Mûstafa Bayram ê 69 salî ku bi salane daxwaza edaletê dike jî, wiha got: “Kurê min Mehmet Şîrîn Bayram, di 3’yê Mijdara 1996’an de li gundê Temîranê Kebir ê navçeya Pasûr a Amedê ji aliyê cerdevanan ve hat binçavkirin û carek din agahî jê  nehat girtin. Ev 23 salin ez li kurê xwe digerim. Li aliyekê dixwazim şer bi dawî bibe û li aliyê din jî li cenazeyê kurê xwe digerim. Mîmarê aştiyê Birêz Ocalane. Ger aştî pêk were, dê xwîna dirêje bi dawî bibe, dayik û bav wê êdî negirîn. Lê ji bo aştiyê divê dewlet jî gav bavêje. Ger ev pêk were, em jî amadene piştgiriyê bidinê.”    ‘DIVÊ AŞTÎ CIVAKÎ BIBE’   Adnan Orhan jî, da zanîn ku pêdiviya civakê bi aştiyê heye û wiha bilêv kir: “Banga aştiyê ya Ocalan, daxwazek civakiye û pêdiviya civakê bi aştiyê heye. Ev şerê bi salan heyî, ji bilî xwîn û rondikên çavan tu tiştek din neda civakê. Divê êdî aştî pêk were. Dayik jî wiha daxwaz dikin.”   Orhan, dest nîşan kir ku divê dewlet jî bangên aştiyê bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Birînên hatine vekirin, zû bi zû nayin girtin. Lê ligel vê jî mirovên xwê danîne ser birînên xwe jî doza aştiyê dikin. Ji bo ku kesek din van êşan nejîn, dixwazin şertên aştiyê bên avakirin. Em bang li dewletê dikin, we gelek êş bi me dan jiyîn, we mirovên me winda kirin û kuştin, lê ligel vê jî em dibêjin bila aştî pêk were. Divê  muxatap guh bidin vê bangê.”   MA / Omer Akin