Polîsan bi ser avahiyên Şaredariyan de girtin: Polîsan derî şikandin û barîyer danîn 2019-08-19 08:19:25  AMED / WAN – Piştî Wezîrê Karên Hundir Hevşaredarên Amed, Wan û Mêrdînê ji peywirê dûr xist, polîsan bi ser Şaredariyên Bajarê Mezin ên Amed, Wan û Mêrdinê de girtin. Polîsan şaredari dorpêç kirin, derî şikandin û barîyer danîn pêş şaredariyan.  Wezîrê Karên Hundir Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ji peywirgê girtin. Piştre polîsan serê sibê avahiyên şaredariyan dorpêç kirin. Deriyên Şaredariyan şikandin. Bi ser avahiya Şaredariya Amedê de girtin. Polîsan bi maşineyên zirxî û gelek maşineyên polîsan bi ser avahiya şaredariyan de girtine û avahî xistine dorpêçê. Şaredariyên ku piştî hilbijartina 31'ê Adarê ji destê Qeyûm derketin û barîyer hatibûn rakirin, polîsan dîsa bariyer danîn dora şaredariyan.    Piştî Waliyê Amedê Hasan Basrî Guzeloglu wekî qeyûm tayin kirin, polîsan deriyê şaredariyê şikandin û ketin hundirê avahiyê.   Li Mêrdinê jî piştî Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman wekî qeyûm tayîn kirin, polîsan bi ser şaredariyê de girt û polîsan bi maşineyên zirxî û TOMA avahî dorpêç kirin. Destûr nedan ku xebatkarên çapemeniyê jî têkevin hundirê avahiyê. Li şaredariya Wan, Amed û Mêrdînê lêgerin didome.    Piştî serdegirtinan disa barîyer danin pêş avahiyên şaredariyan û dorpêç didome. Dema şaredarî di hilbijartina 31'ê Adarê de ketibûn destê HDP'ê, HDP'ê barîyerên li dora avahiyên şaredariyê rakiribûn.