Temellî: Bila ne Heskif bila AKP di bin avê de bimîne 2019-06-17 18:02:49   STENBOL - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, diyar kir ku bi qasî Heskifê tune bikin pêdiviya Tirkiye bi enerjiyê tune û wiha got: “Em di hilbijartina 23'ê Hezîranê de li ax, av, xweza û dîroka xwe xwedî derkevin. Em dibêjin bila Heskif di bin avê de nebîne. Bilia AKP di bin avê de bimîne."    Koordînasyona Heskîfê ya Stenbolê, têkildarî Bendava Ilısû ku Heskifê di bin avê de dihêle, li Bazara Jinan a Fatîhê daxuyani da çapemeniyê. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî, Parlamenterên HDP'ê Mehmet Ruştu Tiryakî, Tulay Hatimogullari  û Şevîn Coşkun, û gelek aktîvîstên din amade bûn. Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî, diyar kir ku ew li welatê herî xweş Stenbolê daxuyanî didin u wiha got: "Lê mixabin îktîdarê nexyeyên çandî yên bajarê Stenbolê xera kirine. Di nava Stenbolê re bahr derbas dibe. Lê derya wê û daristanên wê yên Bakur talan kirine. Qaşo AKP'ê ji bo xwezayê biparêze pêşniyarnameya zagonê pêşkêşî meclîsê kiribû. Wê demê em samîmî nedîtibû. Niha em rastiya vê yekê li Heskifê dibînin. Warê dîrokî yê 12 hezar sal Heskif tune dibe. 480 nifş hatine û çûne. Lê niha talan dikin."    Piştre Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, diyar kir ku bi qasî Heskifê tune bikin pêdiviya Tirkiye bi enerjiyê tune û wiha got: “Em di hilbijartina 23'ê Hezîranê de li ax, av, xweza û dîroka xwe xwedî derkevin. Em dibêjin bila Heskif di bin avê de nebîne. Bilia AKP di bin avê de bimîne. AKP nikare bajaran bi rêve bibe. Bajar bi nexşeyên xwe yên dîrokî û çandî di bin talûkeyê de ne. Me di 31'ê Adarê de AKP hilnebijart. Em ê di 23'ê Hezîranê de jî wê hilnebijerin. Divê em bajarên xwe ji polîtîkayên AKP'ê rizgar bikin."