35 kes li Edenê dibin çavan dene 2019-06-17 16:25:57 EDENE - Hat diyar kirin ku li 4 bajarên ku navenda wê Edeneye, di serdegirtina malan de 35 kesên piraniya wan zarok ên hatin binçavkirin, li Midûriyeta Polîsan a Edenê tên girtin. Polîsan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Edenê bi rêve bir de, li Edenê, Antalya, Nîgde û Mardînê di serdegirtinên malan ên li dijî endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP),  7 jê zarok 35 kes binçav kirin. Polîsan di serdegirtina malan de, deriyê malan bi balyozan şikandin û di lêgerîne de mal ser û bin kirin.  Polîsan piştî lêgerî dest danîn ser malzemeyên dîjîtal û ciwanên binçav kirin piştî kontrola tenduristiyê birin Şaxa Siyasî ya Midûriyeta Polîsan a Edenê.   Di daxuyaniya nivîskî ya derbarê lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Adenê bi rêve bir de hat dayîn, wiha hat gotin: "Derbarê 7 jê zarok 35 kesan de biryara binçavkirin hat dayîn û 7 jê zarok 30 kes hatin binçavkirin." Di heman demê de, dozger derbarê kesên hatin binçavkirin de, heya 24 saetan hevdîtina parêzeran sînordar kir.    Lêpirsîna 35 kesan a li Midûriyeta Polîsan dewam dike.    Navê 35 kesên hatin binçavkirin ên li Şaxa Siyasî ya Midûriyeta Edenê tên girtin wihane: "Rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên Edenê Halît Şaşmaz û Bayram Ektîren, Burhan Erol, Pinar Bozan, Helbest Canel Olgaç, Muhammed Enes Sezgin, Ahmet Ay, Şahin Ayriç, Cigerxin Guven, Serhat Demir, Yasin Çigdem, Melike Yeşil, Saadet Çelik, Berfin Dogan, Salih Filiztek, Mihriban Kiliç, Doguş Kanter, Necla Okuducu, Barış Aydın û Botan û Amed ên paşnavê wan nehatin zanîn.