'Agahiya we ji Avşîna 1 salî ya girtî heye?' 2019-06-17 16:03:34 MÊRDÎN - Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay, bi boneya Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul, têkildarî rewşa Avşîn a 1 salî ku ligel dayika xwe girtî û ji pêleloka girtîgehê ket xwar, bi nivîskî bibersivîne pirsname da meclîsê. Gunay, diyar kir ku li Girtîgeha Mêrdînê Avşîna 1 salî ji pêpelokê ketiye xwar û hestiyê serê wê deriziye û got: "Der barê Avşîn a 1 salî ku ji pêlekon ket xwar û hestiyê serê wê şikest heye?"    Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Ebru Gunay, têkildarî rewşa Avşîn a 1 salî ku li Girtîgeha Tîpa  E ya Mêrdînê li gel dayika xwe Hulya Usanmaz girtî ye pirsname da meclîsê. Gunay, diyar kir ku Avşîn a 1 salî 7 meh in li gel dayika xwe girtî ye wiha got: "Avşîn a 1 salî ji pêpelokê kawişê ketiye xwar û hestiyê serê wê deriziye. Dema Avşîn birin nexweşxaneyê bi ambulanse birine û cendirmeyan xwestiye destê dayika wê Hulya Usanmaz kelepçe bikin. Dîsa ruyê Avşînê ji ber tavê nabîne diwerime û her roj werma wê zêde dibe. Li aliyê din li Hulya Usanmaz mehek cezayê qedexeya hevdîtinê lê birîne.    Li gorî vê yekê; Der barê rewşa Avşîn a 1 salî ku ji pêpelokê kawişê ket xwar û serê wê deriziye de agahiya we heye? Dema Hulya Usanmaz xwest bi keça we Avşîn re biçe nexweşxaneyê xwestin destê wê kelepçe bikin. Der barê personelê xwest destê wê kelepçe bike de tu lêpirsîn hatiye kirin?  Bi kijan hincete li Hulya Usanmaz mehek cezayê hevdîtinê lê birîne? Ji roja Avşîn hatiye girtin heta niha bi kijan periyodan tê dermankirin. Ji bo dayikên ku zarokên wan 0-6 salî serbest bên darizandin tu plansaziyên guhertina zagonan heye ? Tu xebatên we yên ji bo dayikên ku ligel zarokên xwe girtî li gorî Peymana Navneteweyî bên darizandin hene ya na? Çend zarokên temenê wan 0-6 salî li gel dayikên xwe girtî ne? Ji bo dayikên li gel zarokên xwe girtî bên berdan çi xebatên we hene?