Olûç: Hişmendiya 'Biçehimin biçin' û 'Emê rojhilatê Firatê paqij bikin' yeke 2019-06-17 15:13:57   ENQERE - Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç, darbarê daxuyaniyên Bînalî Yildirim de, got: "Bawer bikin tu ferq dinavbera hişmendiya berî 31'ê Adarê ya got 'biçehimin biçin' û 'Em ê rojhilatê Firatê paqij bikin' de tune ye."   Serokwekîlê Koma Partiya  Demokratîk a Gelan (HDP) Sarûhan Olûç, li Meclîsê rojevên heyî nirxandin. Olûç, derbarê bernaya duh bi şev a Namzetên Şaredariya Bajarê Mezin ên Stenbolê yên CHP û AKP Ekrem Îmamoglû û Bînalî Yildirim tevlîbûn de, axivî. Olûç, diyar kir ku ew dixwaze têkildarî rewşa Ajansa Anadolu (AA) dest bi axaftina xwe bike û wiha got: "Bi rastî jî hal perîşane. Wê demê AA raste rast danayên xwe ji rêxistinên navçeyan ên AKP'ê digirtin. AA divê berî her tiştî bersiva vê bide."   'YILDIRIM GEF LI KURDAN XWAR'   Olûç, gefên namzetê AKP'ê yê ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Bînalî Yildirim jî nirxand ku di qenaleke televîzyonê de li Kurdan xwar û wiha bilêv kir: "Bawer bikin tu ferq dinavbera hişmendiya berî 31'ê Adarê ya got 'biçehimin biçin' û 'Em ê rojhilatê Firatê paqij bikin' de tune ye. Yildirim yekser gef li Rojavayê Kurdistanê xwar û got ewê rojhilatê Firatê paqij bikin û Sûriyeyiyên li Tirkiyeyê li wir bi cih bikin.   Olûç, diyar kir ku Yildirim qala plana xwe ya dagirkirina herêmên Kurdan kiriye û wiha domand: "Hûn ji bo xizmetê ji gelê Stenbolê re bikin bûn namzet, lê hûn qala paqijkirina rojhilatê Firatê dikin."   'HÛN HEWL DIDIN PAQIJIYA ETNÎKÎ BIKIN'   Olûç pirsa "Gelo bi du gotinan ji we heye ku hûn ê hilbijêrên Kurd bixapînin?" li Yildirim kir û got, "Di navbera zîhniyeta 'bicehimin biçin' a 31'ê Adarê û gotina 'Em ê rojhilatê Firatê paqij bikin' de ti cudahî nîne. Hûn dixwazin paqijiya etnîkî bikin. Hilbijêrên Kurd ev yek bihîst."