Rojnamegeran binçavkirina hempîşeyen xwe şermezar kirin 2019-06-17 15:02:46 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamegeran binçavkirina edîtorên ETHA’yê şermezar kirin û xwestin bi lez bên berdan. Edîtora ETHA'yê Ebru Yîgît, diyar kir ku heta niha tevî hemû zextan serî netewandin û wiha got: "Me serî netewand. Em serî natewînin. Em bê deng nebûn emê tu car bêdeng nebin." ESP'ê jî li Îzmir û Edene serdegirtina polîsan a ETHA û binçavkirina  edîtorên ETHA şermezar kir.    Xebatkarên Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA), têkildarî serdegirtina polîsan a avahiya ajansê û binçavkirina hevalên xwe yên rojnameger, li avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyanî dan û şermezar kirin. Di civînê de Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sedat Şenoglu, Wekîla Seroka Giştî yê Partiya Sosyalîs a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş, Endama Lijneya Rêveber a Navendî ya Meclisa Jinan a Sosyalist (SKM) Denîz Aktaş amade bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “ETHA dengê kolanê ye" vekirin. Ewil Edîtora ETHA'yê Ebru Yîgît, diyar kir ku çend roj beriya hilbijartina Stenbolê, li dijî ajansa wan ev operasyon pêk hatiye û wiha got: "Sedema vê serdegirtina ajansa me tirsa îktîdarê ya winda bike ye. Îktîdar bi vê yekê dixwaze ser rastiyan bigire. Naxwaze rastî bigêje gel. Polîsan di 15'ê Hezîranê de bi ser buroya me de girtin û edîtorên me Îsminaz Temel, Serdal Işik, nûçegîhana me Havva Cuştan û xebatkarên me Mehmet Acettin, Ozancan Sari û Atilim, rojnameger û xebatkarê Navenda Gişti ya ESP'ê Denîz Bakir binçav kirine. Hemû malzemeyên me yên teknîkî desteser kirin. Berê jî gelek caran bi ser ajansa me de girtibûn. Ajansa me girtibûn. Xebatkarên me hatibûn girtin. Lê her car em ji xwediya xwe ji nûve ava bûn. Îktîdara siyasî li aliyekî qala reforma darazê dike, li aliyê din tişta li dijî berjewendiyê wê be rê li pêş digire. Li Tirikye nivîsandina rastiyan û bezîna li pişt rastiyan dibe sedem ku bibe hedefa îktîdarê."    EM BÊDENG NEBÛN EM BÊDENG NABIN   Yîgît, da zanîn ku wekî ETHA'yê berê Ozgur Gundem, Ajansa Mezopotamya û gelek medyayên muxalif jî bûn hedef û wiha lê zêde kir: “Bi girtin û binçavkirinê nikarin ser rastiyan bincil bikin. Lê em ê her dem li pey rastiyan birevin û her dem rastiyan bişopînin. Em bêdeng nebûn em bêdeng nabin. Destê xwe ji ser çapemeniya azad vekişînin. ETHA dengê kolanê ye. Em bêdeng nabin. Em dixwazin hevalên me yên hatine binçavkirin jî bi lez berdin."    Nûçegîhanê Rojnameya Ozgur Gelecek ê Stenbolê Taylan Oztaş jî anî ziman ku polîsan piştî bi ser şaxa wan a Stenbolê de girt, vê carê bi ser buroya ETHA ya Stenbolê de jî girtin û wiha got: “Me her dem dengê rastiyê bilind kir û emê bilindkirina dengê rastiyê berdewam bikin."     Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî jî anî ziman ku Mehmet Acettin ên hatiye binçavkirin endamê wan ê MYK'ê ye û xwest bi lez bê berdan. Ji sedî 96’ê medya di bin kontrola îktîdarê de ye. Îktîdar dixwaze ji sedî 4'ê mayîe jî têxe bin kontrola xwe. Armanca vê operasyonê ewe ku herdu sazî êdî nikaribin karê rojnamegeriyê bikin e. Ev yek li dijî hiqûqê ye. Em bang dikin ku bi lez rojnamegerên hatine binçavkirin serbest berdin."    ÎZMÎR    Endam û rêveberên Rêxistina Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) a Îzmirê jî bi heman armancê civîna çapemeniyê li dar xist. Rêveberên ESP'ê li ber avahiya ESP'ê ya Bajar kom bûn û daxuyanî dan. Rêveberê ESP'ê yê Îzmîrê Kerim Altınmakas daxuyanî xwend û binçavkirina rojnamegeran û serdegiritna ajnasê şermezar kir.    EDENE    Endam û rêveberên Rêxistina Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) a Edeneyê jî bi heman armancê bi tevlêbûna wekîlê Serokê Giştî yê ESP'ê Şahin Tumuklu daxuyanî da. Tumuklu, binçavkirina nûçegîhanên ETHA  û rojnamegerên din şermezar kri û xwest rojnameger bi lez bên berdan.