Şaredariya Geverê ji ber deynê qeyûm nikare kar bike 2019-06-17 13:02:48 COLEMÊRG - Şaredariya Geverê, ji ber kredî û deynê qeyûm li dû xwe hişt, nikare kar bike. Bankeya Îller ji ber krediyên qeyûm, dest danîne ser hemû dahatûyên şaredariyê û ev 3 mehin maeşê 301 kerkerên şaredariyê nayin dayîn. Hevşaredarê Geverê Îrfan Sari, diyar kir ku denyê qeyûm encex dinava 16 salan de bê dayîn û ev deng weke cezakirina polîtîk nirxandin.  Şaredariya navçeya Gever a Colemêrgê ku di hilbijartina 31’ê Adarê de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji qeyûmê tayîn kirî paşve girt, ji ber deynan nikare kar bike. Hemû dahatû, wesayît û neguhêzbarên şaredariyê hatine ipotekkirin û şaredarî ev 3 mehin nikare maeşê xebatkarên xwe bidiyê. Ji ber krediyên qeyûm girtine, bankeya Îller her mehê dest danîne ser pereyê ji bo şaredariyê tên rêkirin. Hevşaredarê Gever Îrfan Sari derbarê rewşa tê jiyîn de axivî û wiha got: “Ev rêbazeke polîtîk a cezakirina Geverê ye. Bi deynan xwestin ku Geverê ceza bikin.”    '680 MÎLYON TL DEYN HEYE’   Sarı, diyar kir ku ji roja hatine hilbijartin dest danîn ser dahatûyên wan û wiha bilêv kir: “Me şaredarî di 14’ê Nîsanê de bi awayekê deren ji qeyûm dewr girt. Di 14 Nîsanê de mezbataye me dan me û roja 15’an jî dest danîn ser hemû hesabên şaredariyê. Ji bo famkirina vê mijarê me hevdîtin bi amîrtiyên saziyên berpirsiyar re kir. Bi giştî ji bankeyan 608 mîlyon TL deyn hatiye girtin û ev deyn derket pêşberî me. Dîsan deynê şaredariyê bi xwe, deynê SGK û dikandar jî 72 Mîlyon TL ye. Bi giştî 680 mîlyon deynê şaredariyê heye. Qeyûm dîsan em îcrayê fîrmayên em ji wan petrol û sotemeniyê kirine.”    NIKARE MAEŞ BIDE KARKERAN   Sari, da zanîn ku ji bo rewşa heyî ew bi koma HDP’ê ya Meclîrê re ketine nava lêgerînên dîplomatîk û wiha bilêv kir: “Tu encam ji van hewldanên me dernektin. Ji ber vê me serî li rêyên hiqûqî dan. Ji bo betalkirin a hemû biryarên ku qeyûm dayîn, me serlêdan kir. Ji ber deynên heyî ev 3 mehin em nikarin maeşê 301 karkerên xwe bidin. Teqez divê dadgeh, van biryaran bide rawestandin. Li gorî tespîtên me kirin, encex em din ava 16 salan de karibin van deynen bidin. Deynê ji bo me hatiye danazan kirin, deynek polîtîke. Ev deyn ji bo cezakirina Geveriyane. Dixwazin bi vê Geverê teslîm bigirin. Di vîr de vîna gel tune hesibandine û ev kar kirine.”    Sari, di dawiya axaftina xwe de got: “Qeyûm ji bo lêçûnên av û kanalizasyonê jî kredî girtiye, lê ev xebat temam nekiriye.”    MA / Mujdat Can