Li Edenê gelek ciwan hatin binçavkirin 2019-06-17 09:32:17 EDENE – Li 4 bajaran ku navenda wê Edeneye, di serdegirtina malan de gelek endamên Meclîsa Ciwanên HDP’ê yên Edenê hatin binçavkirin. Polîsan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Edenê bi rêve bir de, li Edenê, Antalya, Nîgde û Mardînê bi ser 35 adresên endamên Meclîsên Ciwanan ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de girtin. Polîsan di serdegirtina malan de, deriyê malan bi balyozan şikandin û di lêgerîne de mal ser û bin kirin.  Polîsan piştî lêgerî dest danîn ser malzemeyên dîjîtal û ciwanên binçav kirin piştî kontrola tenduristiyê birin Şaxa Siyasî ya Midûriyeta Polîsan a Edenê.    Li aliyê din hat hînbûn ku 35 kes bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” hatin binçavkirin. Navê hin kesên hatin binçavkirin wihane: “Burhan Erol, Pinar Bozan, Melîke Yeşîl, Doguş Kanter, Bariş Aydin û Endamê Meclîsa DBP’ê Halît Şaşmaz.”