Gergerlîoglu: Îdîayên li navendên girêdayî Wezareta Karê Hûn îşkence zêde bûne hene 2019-06-17 09:29:00 ENQERE - Omer Farûk Gergerlîoglû yê HDP’î, diyar kir ku li Xelfet û Midûriyeta Giştî ya Polîsan a Enqerê bûyerên îşkenceyê yên tirsnak hatin jiyîn û got: “Îdîayên li navendên girêdayî Wezareta Karê Hûndir, midûriyetên polîsan û li navendên binçavkirinê îşkenceyên zêde bûne, hene.”  Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Endamê Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan ê Meclîsê Omer Farûk Gergerlîoglû, derbarê bûyerên îşkencê yên li navçeya Xelfetê ya Riha û Miduriyeta Giştî ya Polîsan a Enqerê hatin jiyîn de nirxandin kir.    Gergerlîoglû, îdîayanên faîlên kiryar nediyar, revandin û îşkencê yên di demên derbasbûyî de, li Tirkiyeyê hatin jiyîn bibîr xist û wiha axivî. Di warê îşkencê de Tirkiye welatek bi sabiqeye. Piştî, pêvajoya çareseriyê bi dawî bû, rewşek pir xeternak derket holê.”   ‘ÎDÎAYÊN LI NAVENDÊN GIRÊDAYÎ WEZARETÊ ÎŞKENCE ZÊDE BÛYE HENE’   Gergerlîgolû, da zanîn ku danayên Wezaretên Karê Hûndir û Edaletê didin jî pir xeternakin û wiha domand: “Îdîayên li navendên girêdayî Wezareta Karê Hûndir, midûriyetên polîsan û li navendên binçavkirinê îşkenceyên zêde bûne, hene. Herî dawî li Xelfetê, piştî pevçûnê gelek sîvîl hatibûn binçavklirin û rastî îşkenceyên giran hatibûn. Bi taybetî polîsan wêneyên wan servîs kirin.”    ‘ELEKTRÎK DABÛN ORGANÊN ZAYENDÎ YÊN JINAN’   Gergerlîoglû, anî ziman ku rapora Baroya Rihayê ya derbarê îşkenceya Xelfetê de amede kiribû, rewşe pir xeternak danîne holê û wiha bilêv kir: “Jin, zilam û zarokên temenê wan di nava 13 û 75 de binçav kirin. 40 kesên hatin binçavkirin rastî rastî îşkenceyên girina hatin. Elektrîk dabûn wan, li wan xistibûn, paşve kelepçe kiribûn û derp kiribûn. Heta elektrîk dabûn organên zayendî yên jinan. Îdîayan wisan xofdar di rojevê dene.”   ‘PIŞTÎ XELFETÎ, MIDURIYETA POLÎSAN A ENQERÊ’   Gergerlîoglû, dest nîşan kir ku piştî Xelfetê, li Midûriyeta Polîsan a Enqerê jî bûyerên îşkencê hatin jiyîn û wiha got: “Baroya Enqerê têkildarî bûyerê, raporek amede kir û teyît kir ku 111 kes li Midûriyeta Polîsan Enqerê rastî îşkencê hatine. Ji bo ku parêzer kesên dibin çavan de nebînin, mafê hevdîtinê dihat qedexe kirin. Parêzerên Baroya Amedê bi 8 parêzeran re diçin Midûriyeta Enqerê û dozger li ser vê yekê biryara qedexeyê radike. Ji 6 kesan 5 jê rastî îşkencê hatine û yek jî bûye şahid. Ekîbek profesyonel a taybet ji anîne û ev 5 kes paşve kelepçe kirine, li ser çongan rawestandine, şilftazî kirine, cop li ser bedena wan gerandine û cop kirine cihê destmêşa wan mezin.”     ‘WEZÎRÊ KARÊ HÛNDIR LI DU HILBIJARTINÊ BAZ DIDE’   Gergerlîoglû, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Me têkildarî bûyerên îşkencê yên li Xelfetî û Midûriyeta Polîsan a Enqerê pêşniyar pirs dane Meclîsê. Ligel hemû wêne, rapor û îdîayan jî, hîna tu bersiv nehatiye dayîn. Pergala cezakirin û ne bersiv dayînê kevneşopiyekê Tirkiyeyê ye. Dixwazin bi ser bûyerên îşkenceyan bigirin. Bi îlankirina OHAL’ê re 26 kes hatin revandin. Hemû cîhan li ser van bûyerên îşkenceyê di axive, lê Wezîrê Karê Hûndir li du hilbijartinê baz dide. Wêneyê wî yê li berber tê axaftine. Li Tirkiyeyê, di warê îşkencê de tabloyek reş û tarî heye. Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a Meclîsê, dê lêkolîn bike û rapor amede bike. Emê vî welatî, teslîmî vê ferasetê nekin. Em ê heya dawiyê têbikoşin.”   MA / Dîren Yurtsever