Bila Ekremên din neyên kuştin 2019-06-17 09:26:56 ÎZMÎR - Bavê Ekrem Kaceroglu yê di çalakiyên şermezarkirina Kobanê de bi lîncê hat kuştin, Bedreddin Kaceroglu, bertek nîşanî biryara rakirina girtina 3 bersûcên ji kuştina kurê wî tên darizandin da û wiha got: "Emê lêgerina xwe ya edaletê berdewam bikin. Bila Ekremên din neyên kuştin."  Li Navçeya Bornova ya Îzmîrê di 7'ê Cotmeha 2014'an de, dema ji bo Kobanê çalakî hatin lidarxistin, Ekrem Kaceroglu yê 38 salî bi lîncê hatibu kuştin. Ji kuştina Kaceroglu 3 kes dihatin darizandin. 4'emîn Daîreya Cezayen Giran a Dadgeha Edliyê ya Herêma Îzmirê, biryara ceza ya dadgeha herêmî xera kir. Heyeta Dadgeha Îstinafê biryara 17 sal ceza ku dadgeha herêmî bi hinceta "Îhtîmala bi zanebûn kuştiye" li bersûc Reşît Aktaş, Kubîlay Aktaş, Murat Kesgîn birûbû hindik dît. Heyetê xwest biryara beraetê ya der barê Suat Dinçer de hatiye dayîn jî bê xerakirin. Heyeta Îstinafê anî ziman ku cezaye "Îhtîmala bi zanebûn kuştine" ku li bersûc Reşit Aktaş, Kubilay Aktaş û Murat Kesgin hatiye birîn kêm e û xwest ji sûcê "Kuştinê" bên cezakirin. 1'emîn danişîna dozê di 13'ê Hezîranê de li dadgeha herêmî hat dîtin. Dadgehê di danişînê de biryara girtinê ya bi salan der barê bersûcan de hatibû dayîn rakir. Bav Bedreddin Kaceroglu bertek nîşanî biryarê da. Bav Kaceroglu, anî ziman ku piştî vê biryarê baweriya wî tune ku bersûc bên darizandin û girtin.    JI BO MIROV NEYÊN KUŞTIN KURÊ MIN HAT KUŞTIN   Bav Bedreddîn Kaceroglu, destnîşan kir ku ji bo mirov neyên kuştin kurê wî hat kuştin û wiha got: "Ji bo me aştiya civakî gelek girîng e. Piştî kurê min Ekrem bi çekê birîndar kirin piştre lînç kirin. Min wekî baveki xwest wî rizgar bikim. Lê min nekarîbû wî rizgar bikim. Ekrem ne dijminê mirovan û alîgirê tundiyê bû. Ekrem nedixwest em li malê mêşekê jî bikujin. Ez gotinên wî tarîf bikim nabînim. Ez dixwazim mirovên me heta dawi dozên bi vî rengî bişopînin û em li edaletê xwedî derkevin. Em edaletê biparêzin ku baweriya me ya ji edaletê winda nebe. Ez dixwazin ji edalet û hiqûqê bawer bikim. Ji ber vê yekê jî dixwazim edalet û hiqûq pêk bê. Xwezî Ekrem nehata kuştin. Ev mirovên Ekrem kuştine ji cînayetê tên darizandin. Lê heta niha carekê jî derneketine pêşberî edaletê. Li holê sûcdar hene. Lê carekê jî ew dernexistin pêşberi dadgehê û nedan axaftin. 4 salin negirtine, le niha biryara rakirina girtina wan dan. Ez ê heta dawî dozê bişopînim. Tenê armancek me bila edalet pêk bê. Em dixwazin edalet cihê xwe bibîne ku Ekremên din neyên kuştin."