Li gundên Çinarê çinîna pîvazan dest pê kir 2019-06-17 09:26:11 AMED – Li gundên Çinarê çinîna pîvazan dest pê kir. Cotkar diyar dikin ku ji ber şiliya îsal tesîrê li ser zeviyên wan kiriye xêr û bêr wek salên berê nebaşe û kar û zirara wan hev dernaxe. Karkerên ku çinîna pîvazan dikin jî gotin ji ber germê karê wan gellek zor e û bi qasî keda xwe yewmiya xwe nastînin.  Li gundên girêdayî navçeya Çinarê ya Amedê dema çinîna pîvazên havînî dest pê kir. Cotkarên ku di meha cotmeha 2018’an de hatibûn çandin niha gihîştinê û ji nav zeviyan tên rakirin û berhevkirin. Salê du car pîvaz tên çandin. Serdemek di meha cotmehê de û serdemek jî di meha adarê de tên çandin. Ji pîvazên ku di meha cotmehê de tov dikin û di meha hezîranê de tên çinîn havînî tê gotin û ji pîvazên di meha adarê de tên tovkirin û di meha cotmehê de tên çinîn zivistanî tê gotin.   Cotkar û emeliyên li nav zeviyên pîvazan dixebitin diyar dikin ku ji ber şiliya îsal xêr û bêra pîvazan wek salên bihûrî nebaşe. Ji ber hewa şilî derbas bû, kurm zêde hene û kurm li pîvazan xistiye û ev yek bûye sedema kêmkirina xêr û bêrê.   KAR Û ZERARA WAN HEV DERNAXE    Tevî germa havînê ya dijwar jî emele di nava zeviyan de pîvazan diçînin û ji bo firotinê dixin torbeyan û amade dikin. Xwediyên pîvazan dibêjin ku ew îsal kîloya pîvazan ji nav erdan bi lîreyek û 40-50 qirûşî difiroşin komîsyonvanan. Cotkaran diyar kir ku ji ber krîza aborî mesrefên li pîvazan diçe kar û zerara wan hev dernaxe.   Emeleyên li nav zeviyan hin ji wan pîvazan radikin, hin ji wan meqes dikin û hin ji wan jî dixin torbeyan û amade dikin. Me jî wek Ajansa Mezopotamya berê xwe da nav zeviyên pîvazan û bi xwediyên pîvazan û emeliyan re axivîn.   ‘HERÎ ZÊDE JIN KEDKAR IN LÊ KEDA WAN NAYÊ DÎTIN’    Emîne Borta (24) ku ser û çavê xwe ji tavê niximandiye diyar kir ku ew bi yewmiyê dixebite û ew li şûna biçin li cihên xerîb bixebitin karê gundiyên xwe dike. Borta da zanîn ku nîvê salê ew karê pîvazan dikin ji eşêva wan bigire heta komkirina wan dikin û rojê bi 50-60 lîreyî dixebitin. Borta bal kişand ser zoriyên kar û got: “Karek gellek zehmet e. Em di bin germê de dixebitin. Kurman îsal li pîvazan xistiye, xêr û bêra pîvazan kêm e. Li gund herî zêde jin kedkar in. Jin kedek mezin didin karê cotkariyê. Jinên gundê me ji zilaman bêtir dixebitin. Em neşixûlin jî nabe. Rewşa me ya aborî jî nebaşe. Em ji neçarî di bin vê germê de dixebitin. Par em yewmiye bi 50 lîreyî dixebitîn, îsal jî hêj bûye 60 lîre. Xwediyê zevî jî dibêjin ku bi zorê kar dikin. Ji ber wê em kêm yewmiye distînin. Em jî bilî karê pîvazan karê pembo, tiviran, ispinak û çi kar hebe em dikin.”   PÎVAZÊN HAVÎNÎ Û ZIVISTANÎ HENE    Hasan Temîz ê cotkariya pîvazan dike jî destnîşan kir ku karê wan tenê cotkariye û wiha behsa serdemên çandina pîvazan kir: “Du caran em pîvazan datînin. Pîvazên havînî û zivistanî hene. Pîvazên havînte derdikevin em di meha cotmehê de tov dikin. Pîvazên zivistanî jî em di adarê de datînin û di cotmehê de radikin. Niha dema pîvazên havînî ye. Pîvazên zivistanî jî hêj di zevî de tên xwedîkirin. Em tovê pîvazan diavêjin. Em kixsikan danaynin.”   ‘EM BI KURMAN RE SERÎ DERNAXIN’    Temîz da zanîn ku kare çandiniya pîvazan kedek mezin dixwaze û got: “Karek gellek zor e. Em dikin û nakin serî bi kurman re dernaxin. Ji ber şilî zêde bû kurm jî zêde ne. Min van pîvazan heta niha 4 caran derman kiriye, lê hêj kurm hene û li pîvazan dixin. Li gel Îsal şiliyê jî tesîrek xwe neyînî li ser pîvazan kir. Niha van pîvazên li nav zevî heta cotmehê em ê lê binêrin, di cotmehê de em ê rabikin û bifiroşin.”   ‘XÊR Û BÊR ÎSAL KÊM E’    Temîz anî ziman ku xêr û bêra pîvazan a par ji îsal baştir bûye û got: “Xêr û xêr îsal kêm e. Ji tovê îsal ku me çandiye sedî 50 hatiye. Yê din jî kurman xwar û baranê lêxist. Mesrefa cotkariya pîvazan gellek zêde ye. Îsal hema kar û zerara me hev derxe pirr baş e. Îsal kîloya pîvazan ji nav zevî heta lîreyek û 500 qirûşî tê firotin. Komîsyonvan ji Amed û Rihayê tên dikirin û em dişînin Iraqê jî.”   ‘DEDAŞ CEZA LI COTKARAN DIBIRE’    Temîz diyar kir ku DEDAŞ jî zextê li cotkaran dike û wiha got: “Cotkar ji keda xwe dixwe. DEDAŞ salê ji 30 hezar TL’yî bigire heta 100 hezar TL’yî jî ceza li cotkaran dibire. Em jî nizanin wê çareyek çawa ji halê cotkaran re bê dîtin.”   ‘KES XWEDÎ LI COTKARAN DERNAKEVE’    Temîz da zanîn ku kes xwedî li cotkaran dernakeve û got: “Ji ber ku kes li cotkaran xwedî dernakeve, tu tiştek ji cotkaran re namîne. Odeya Çandiyê li Çinar û Amedê heye lê ji bo cotkaran tiştekî nakin. Mafê cotkaran napêrêzin. Cotkar tim bi keda xwe qezenc dike. Heke ku wisa biçe dê çend salên din cotkar nikaribin çandiyê jî bikin. Ji berk u her tişt biha bûye, tiştek nayê kirîn.”    ‘HER ÇIQAS YEWMIYE ERZAN BE JÎ EM NEÇARIN BIXEBITIN’    Mehmet Îsa Babat ê çawîşiya emeleyan dike jî anî ziman ku niha dema çinîna pîvazên havînê ye û wiha got: “Niha 25 karker em li nava vî zeviyî dixebitin. Serê sibê saet di 07.00’an de tên heta saetên êvarê em dixebitin. Em di bin germahiyek dijwar de dixebitin. Her çiqas yewmiye erzan be jî em neçarin tên dixebitin. Em dibêjin bila serê emeleyek 65 lîre be, lê xwediyê kar 50 lîre dide. Komkirina karê pîvazan gellek zor e. Ji ber şiliya îsal xêr û bêra îsal kêm e. Salên berê em bi serê torbeyan dixebitin, lê îsal ji ber hinek xêr û bêr kêm e, em bi yewmiyan dixebitin.”   ZEVIYAN BI DENGÊ STRANAN ŞÊN DIKE    Mazlum Dogan ê ku ji aliyekî ve pîvazan diçine û ji aliyekî ve jî ji karkeran re stranbêjiyê dike, ji me re stran got. Dogan diyar kir ku karê wan gellek zor e û got: “Em di bin tavê de dişixûlin. Em ketine pey yewmiyeyên xwe. Ev dem dema kar û xebatê ye. Tenê em ne karê komkirina pîvazan dikin, em karê çandiniyê giştan dikin. Em li gel karê çolê karê heywanan jî dikin bi zorê em debara xwe dikin. Ji bilî van karan tiştek din em bikin nîne.”   ‘EM LI BER TAVÊ DIŞEWITIN’     Songul Babat jî destnîşan kir ku ew ji serê sibê zû heta êvarê dixebitin û got: “Karê me gellek zor e. Heke ne ji germê bûya belkî dîsa hinek sivikbûya. Lê heta êvarê em li ber vê tavê dişewitin. Piştî em ji kar jî vedigerin, karê malê dikin û xwarinê amade dikin.”   ‘EM HEM KARÊ MALÊ HEM JÎ KARÊ ZEVIYAN DIKIN’    Gulşah Aşa jî  wiha got: “Em hem karê nav zeviyan dikin û hem jî karê malê dikin. Ro dirêj in û heta êvarê em bi xwêdana eniya xwe dixebitin. Yewmiya me gellek erzan e. Her tişt biha bûye, yewmiya em distînin du-sê kîlo tişt pê nayên.”    MA / Bîlal Guldem - M. Şah Oruç