Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Sala Azadî û Hêviyê’ derket 2025-12-29 09:46:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 315’an a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Sala Azadî û Hêviyê” derket.    Rojnameya Xwebûnê ku 6 sal li pey xwe hişt, bi hejmara 315’an gihişt ber destê xwînerên xwe. Rojname, bi manşeta “Sala Hêvî û Azadiyê” derket. Rojnameyê vê hefteyê hevpeyvîna li ser armanc û girîngiya mitînga “Hevî û Azadiyê” ku dê di 4’ê Çileyê de li Qada Stasyonê ya Amedê bê lidarxistin derxist manşeta xwe.    Rojnameya Xwebûnê vê hefteyê cih da nivîsên nivîskar Mulkiye Bîrtane, Hisên Çatikkaş, Prof. Dr. Abdullîlah Polat, Felemez Ulug, Salîh Keleş, Hesen Huseyîn Denîz û Mamoste Silêman. Nivîskaran bi nivîsên xwe bal kişandin ser geşedanên siyasî û civakî.