Li Pirsûsê şaredarî kolanan çêdike DEDAŞ xira dike 2025-12-28 09:18:46   RIHA - Li Pirsûsê, kevirên parkeyê yên ku şaredarî pê kolanan çêdike, ji aliyê DEDAŞ’ê ve bi hinceta "xurtkirina trafoyan" tên kolandin û xirakirin. DEDAŞ’ê ragihand ku rexmê cezayên pereyan ên şaredariyê jî dê li kolanan xebatên kolandinê bidomînin.   Li navçeya Pirsûs a Rihayê, şaredariya ku di rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) de ye, nûkirina kolanan bi kevirên parkeyê didomîne. Kolan û kuçeyên ku şaredariyê nû qedandine, rexmê ku qedexeya kolandinê heye jî, ji aliyê Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ve bêyî agahdarkirin tên kolandin. Şaredariyê ji ber kolandina bêdestûr cezayê pereyan lê birî, lê hat diyarkirin ku sepanên bi vî rengî berê jî hatine kirin.   Şaredariya Pirsûsê, nexasim ji ber şert û mercên zivistanê û ji bo parastina binesaziya navçeyê, bi Şaredariya Bajarê Mezin re biryar da ku ji 1’ê Kanûnê pê ve, ji derveyî rewşên lezgîn, kolandin qedexe ye. Hat zanîn ku rexmê vê biryara qedexeyê jî kolandinên bêdestûr ên DEDAŞ’ê berdewam dikin.   Hevserokê Şaredariya Pirsûsê Muslum Baran, diyar kir ku navçe demeke dirêj hatiye piştguhkirin û wiha got: “Dema em hatin ser wezîfeyê, gelek kolan, rê û kuçe wêran bûn. Me bi xebatên parke û asfaltê navçe anî astekê. Lêbelê di mehên dawî de kolandinên bêdestûr ên DEDAŞ’ê bi awayekî cidî zêde bûn.”   ‘HIŞYARÎ NAYÊN GUHDARKIRIN’   Baran destnîşan kir ku wan gelek caran bi rayedarên DEDAŞ’ê re hevdîtin kirine, lê hişyariyên wan hatine piştguhkirin û wiha pê de çû: “Carna bi hinceta xurtkirina trafoyan, carna jî bi hinceta tespîtkirina qaçaxiyê kolandinan dikin. Em ji aliyekî ve navçeyê çêdikin, ji aliyê din ve xebatên hatine kirin dîsa tên kolandin. Em di demsala zivistanê de ne û kolan dîsa di nava heriyê de dimînin. Ev rewş mexdûriyeta gel hîn bêtir zêde dike.”   CEZAYÊ PEREYAN HAT BIRÎN   Baran anî ziman ku ji ber berdewamkirina xebatan a rexmê qedexeyê, ew neçar mane cezayên pereyan bibirin û wiha got: “Me ji DEDAŞ’ê re got û me bi Bajarê Mezin re heta 15’ê Adara 2026’an li tevahiya navçeyê ji derveyî rewşên lezgîn qedexeya kolandinê ragihand. Ji 1’ê Kanûnê ve guh nadin vê biryarê. Ji ber vê yekê, em êdî cezayên giran dibirin. Em neçar in vê bikin, ji ber ku divê em vê navçeyê biparêzin.”   KOLANDIN ZIRARÊ DIDIN BINESAZIYÊ   Baran diyar kir ku kolandinên bêdestûr zirarê didin binesaziyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema kolandinên bi vî rengî tên kirin, sîstemên înternet, ceyran, av û gelek binesaziyên din zirarê dibînin. Ji ber wê, em ê bi tu awayî toleransê nîşan nedin û heta dawiyê têbikoşin. Çêkirina van xebatan di mehên zivistanê de bi zanebûn e. Xebatên bi vî rengî di mehên havînê de tên kirin. Dema zivistanê kolan tên kolandin, kal, zarok û xwendekar mexdûr dibin. Tevî hişyariyên me ev sepan berdewam dikin, em jî vê wekî tiştekî bi zanebûn dinirxînin. Em ji welatiyên xwe dixwazin ku xebatên kolandinê yên bêdestûr ji şaredariyê re ragihînin.”   DEDAŞ: REXMÊ CEZAYAN JÎ EM Ê BIDOMÎNIN   Li aliyê din, beşda çapemeniya DEDAŞ’ê ya ku me pê re peywendî danî, îdia kir ku ew xebatên xurtkirina trafoyan bi neçarî dikin û ragihand ku rexmê cezayên hatine birîn jî dê xebatên xwe bidomînin.   MA / Melîk Varol