Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk mohra xwe li sala 2025’an da 2025-12-22 09:06:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Bang û manîfestoya Abdullah Ocalan a ji bo "Aştî û Civaka Demokratîk", di sala 2025’an de bû rojeva sereke ya Kurdan. Kurdan, ji aliyekî ve xwedî li pêvajoyê derketin, ji aliyê din ve jî ji bo aştî, yekitiya neteweyî ya demokratîk û perwerdehiya bi zimanê dayikê li qadan bûn.   Bangên dîrokî yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin, yên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna welat, bûn geşedanên ku mohra xwe li sala 2025’an dan. PKK’ê ku bi têkoşîna nîv sedsalê Kurd kirin aktorekî bingehîn ê siyasî, bi banga Abdullah Ocalan xwe fesix kir û pêvajoya vekişînê da destpêkirin.   Piştî zêdetirî 26 salan, weşandina peyama bi dîmen a Abdullah Ocalan di raya giştî de dengekî mezin veda. Sala 2025’an di heman demê de bû salek ku Kurdan rêxistinbûna xwe mezin kirin û têkoşîna li dijî polîtîkayên şerê taybet û talana ekolojîk derket pêş.   Me salekî Kurdan a ku azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û daxwazên aştiyê di navendê de bûn, berhev kir.   ÇALAKIYÊN BI DAXWAZA 'AZADIYÊ'   Kurdan, di tevahiya salê de bi daxwaza misogerkirina azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan çalakî û bernameyên curbecur li dar xistin. Di 2’yê Sibatê de li Stenbolê, di 8’ê Sibatê de li Amedê û di 9’ê Sibatê de li Mersînê mîtîngên “Aştî ji bo Azadiyê” hatin lidarxistin. Heta 15’ê Sibatê, salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan, rêzeçalakî hatin lidarxistin. Di 15’ê Sibatê de li gelek bajaran bi meşên girseyî, daxuyanî û bernameyan komplo hat şermezarkirin. Qada Azadiyê ya li navçeya Bakirkoya Stenbolê û Qada Şêx Seîd (Deriyê Çiyê) a li Amedê bûn cihên meşên girseyî.   Di vê çarçoveyê de bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk di 14’ê Tebaxê de li Amedê “Meşa Aştî û Civaka Demokratîk" hat lidarxistin. Di meşa ku azadiya Abdullah Ocalan hat xwestin de bi deh hezaran kes beşdar bûn.   Di salvegera 9’ê Cotmeha 1998’an de ku starta komployê hatibû danîn, li gelek bajaran daxuyanî hatin dayîn. Li Stenbol û Amedê bi dirûşma “Bi Rêbertiya Azad ber bi Civaka Azad ve” meş hatin lidarxistin. Di 12’yê Cotmehê de jî li Êlihê bi dirûşma “Civaka demokratîk û azadî” “Mîtînga Azadiyê” hat lidarxistin.   JIN BER BI ENQEREYÊ VE MEŞIYAN   Tevgera Jinên Azad (TJA), di 1’ê Cotmehê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ji Amedê ber bi Enqereyê ve meşek da destpêkirin. Di meşa ku bi dirûşma “Bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin” dest pê kir de bi sedan jin beşdar bûn. Meşa ku hefteyekê dewam kir di 7’ê Cotmehê de li Enqereyê bi dawî bû. Jinên ku li Parka Guven a Enqereyê daxuyanî dan, bang  “Guh bidin pêşniyara Abdullah Ocalan a ji bo siyaseta muzakereyê” kirin. Di Meclisê de dirûşma "Bijî Serok Apo" hat berzkirin.   Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), TJA û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti), li Wanê bi dirûşma "Ne tecrîd, azadî dê qezenc bike" bi beşdariya deh hezaran mîtîngek li dar xistin.   TÊKOŞÎNA 'MAFÊ HÊVIYÊ' DOMAND   Ji bo misogerkirina "mafê hêviyê" yê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî gelek hewildanên hiqûqî, daxuyanî, meş û panel hatin lidarxistin. Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), di 31’ê Gulanê de li Amedê paneleke berfireh a bi sernava "Civaka demokratîk û mafê hêviyê” li dar xistin.   Saziyên maf û hiqûqê yên li Tirkiyeyê, di 24’ê Tîrmehê de ji bo "mafê hêviyê" yê Abdullah Ocalan û girtiyên bi navê Emîn Gurban, Hayatî Kaytan û Civan Boltan serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dan û daxwaz kirin ku biryarên DMME’yê bên bicihanîn.   Buroya Hiqûqê ya Asrinê di 25’ê Tîrmehê de serî li Komîteya Wezîran da û xwest ku ji ber ku Tirkiye 11 sal in gavan navêje, prosedura binpêkirinê bide destpêkirin.   14’ê Îlonê: Li seranserê bajarên Kurdistanê û gelek bajaran bi hevdemî der barê "mafê hêviyê" de daxuyanî hatin dayîn.   16’ê Îlonê: Komeleya Dema Jinan, Komeleya Jinan a Mîmoza, Komeleya Jinan a Rosa û Komeleya Jinan a Starê nameya “mafê hêviyê” ji komîteyê re şandin.   17’ê Îlonê: Li Wan û Amedê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk bi beşdariya hezaran meşên "mafê hêviyê" hatin lidarxistin.   Komîteya Wezîran piştî civîna xwe ya 15-17’ê Îlonê bang li Tirkiyeyê kir ku ji bo "mafê hêviyê" yê Abdullah Ocalan tavilê gavan biavêje.   BANGA DÎROKÎ Û MANÎFESTO   Di 27’ê Sibatê de der barê çareseriya pirsgirêka Kurd de deriyekî nû vebû. Abdullah Ocalan tevî endamên Şandeya Îmraliyê û girtiyên li Îmraliyê "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" kir. Abdullah Ocalan di peyama xwe de got: “Ji bo entegrasyona bi dewlet û civakê re kongreya xwe kom bikin û biryarê bidin; divê hemû kom çekan berdin û PKK xwe fesix bike.”   Ev banga ku li cîhanê dengekî mezin veda, di tevahiya salê de bû mijara herî zêde hatiye nîqaşkirin. Herwiha Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a Abdullah Ocalan jî bû rojeva esasî ya Kurdan. Li hin bajaran "kampên manîfestoyê" hatin avakirin û bi sernavên wekî "qatilê kastîk", "komun", "civaka demokratîk", "entegrasyona demokratîk" û "sosyalîzma demokratîk" panel û konferans hatin lidarxistin.   DEM Partiyê di 6-7’ê Kanûnê de li Stenbolê “Konferansa Navneteweyî ya Aştî û Civaka Demokratîk” li dar xist. Gelek ronakbîr û nivîskarên cîhanê û xelatgirên Xelata Nobelê beşdar bûn. Peyama Abdullah Ocalan a ji bo konferansê hat nîqaşkirin.   KAMPANYAYÊN ÎMZEYÊ YÊN JI BO AŞTIYÊ   16’ê Çile: HDK’ê kampanyaya "Ji bo Aştiyê Milyonek Îmze" da destpêkirin.   19’ê Tîrmehê: Odeyên Bijîşkan ên bajarên Kurdistanê yên girêdayî TTB’ê der barê pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de daxwazên xwe aşkera kirin û kampanyaya imzê dan destpêkirin.   LI SEDAN NAVENDAN HEVDÎTINÊN 'PÊVAJOYÊ'   DEM Partiyê di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li sedan navendan civînên gel li dar xist. Di çarçoveya "Hevdîtinên Aştî û Azadiya Civakî" de çalakî û mîtîng hatin lidarxistin. Ji 2’yê Adarê ve li her bajarê Kurdistan û Tirkiyeyê serdanên mal bi mal û tax bi tax hatin kirin. HDK’ê jî di 19’ê Nîsanê de "kursiyên gel" danîn.   MILYON LI QADÊN NEWROZÊ BÛN YEK   Newroza 2025’an pir bi heybet derbas bû. Li 89 navendan milyonên ku tevlî pîrozbahiyan bûbûn daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kirin. Agirê pêşîn li navçeya Licê ya Amedê hat dadan. Nirxandinên Abdullah Ocalan ên Newrozê li Amed û Stenbolê ji aliyê milyon kesan ve hat guhdarkirin. Li bajarên wekî Erzingan, piştî 2017’an û Kirşehirê, piştî 2015’an, cara ewil Newroz hat pîrozkirin.   PÎROZBAHIYÊN 4’Ê NÎSANÊ   Pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê yên îsal bi girseyîtir derbas bûn û bûn. Bi pêşengiya jin û ciwanan, bi dirûşma “Bi Rêbertiya Azad ber bi Civaka Demokratîk ve”, li navçeya Xelfetî ya Rihayê “Mihrîcana 4’ê Nîsanê” hat lidarxistin û 2 rojan dewam kir. Beriya mihrîcanê, di 1’ê Nîsanê de ji aliyê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ve ji Amedê ber bi gundê Amarayê yê Xelfetiyê ve meşek hat lidarxistin.    DI 1’Ê GULANÊ DE PEYAMÊN AŞTIYÊ   Di pîrozbahiyên 1’ê Gulanê de peyamên "civaka demokratîk û aştî" derketin pêş. Li bajarên Kurdistanê daxwazên azadiya Abdullah Ocalan û demokrasiyê bilind bûn. Bi hezaran karker û kedkar beşdarî pîrozbahiya 1'ê Gulanê ya li Qada Îstasyonê ya li Amed bûn.   JI 15 BAROYAN DAXUYANIYA 'AŞTIYA POZÎTÎF'   15 baroyên li Kurdistanê, der barê biryara PKK’ê ya fesixkirinê ya piştî banga Abdullah Ocalan daxuyaniyekî hevpar dan û banga “Divê em aştiya pozîtîf ava bikin” kirin.   JIN JI BO 'ÇARESERIYÊ' MEŞIYAN   Bi pêşengiya TJA’yê jinan di 31’ê Gulanê de li Amedê bi daxwaza çareseriya demokratîk û perspektîfa azadîxwaziya jinê ji Parka Şemse Allak ber bi Mizgefta Mezin ve meşiyan.   SERLÊDANÊN JI BO HEVDÎTINA BI ABDULLAH OCALAN RE   Di 24’ê Hezîranê de Platforma Jinan a Wanê, bi daxwaza hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê da. Tevî rojnamegeran, ji gelek beşên civakê gelek kesan bi heman daxwazê serî li wezaretê dan.   Di 2’yê Tîrmehê de 39 kesên ji welatên cuda yên Ewropayê ku di nav wan de rojnameger, nivîskar, akademîsyen û sendîkavan hebûn, ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re hatin Stenbolê. Şandeyê daxwaznameyên xwe yên ji bo hevdîtinê radestî Buroya Hiqûqê ya Asrinê kirin. Şandeyê bang kir ku ji bo pêvajo bi ser bikeve, divê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bê misogerkirin.   1’Ê ÎLONÊ LI WARÊ ABDULLAH OCALAN DEST PÊ KIR   Platforma Saziyên Demokratîk çalakiyên 1’ê Îlonê Roja Aşitiyê ya Cîhanê li bajarê Abdullah Ocalan Rihayê bi mîtîngekê dest pê kir. Peyama Abdullah Ocalan a 1’ê Îlonê hat xwendin. Abdullah Ocalan di peyama xwe de got: “Aşitiya rastîn; bi şênberbûna azadî, demokrasî û edaleta civakî di hemû qadên jiyanê de pêkan e. Ev veguherîna civakî, wezîfeya bingehîn a serdema nû ya li pêşiya me ye.” Di mîtîngên 1'ê Îlonê yên ku li bajarên Tirkiye û Kurdistanê de, peyama "Em di aştiyê de bi israr in" derketin pêş.   XEBATÊN YEKITIYA NETEWEYÎ   Nîqaşên der barê yekitiya neteweyî ya demokratîk a Kurdan de di tevahiya salê de berdewam kirin. TJA’yê "Konferansa 1’emîn a Parlamenterên Jin ên Kurd" pêk anî. Gelek parlamenterên jin ên Kurd ên ji Kurdistan, Rojhilata Navîn û Ewropayê beşdarî konferansê bûn ku bi dirûşma “Em siyasetê demokratîk bikin, civaka demokratîk ava bikin” hat lidarxistin. Di konferansa ku avakirina civaka demokratîk derket pêş de, yek ji sernavên herî girîng jî girîngî û misogerkirina yekitiya neteweyî bû.   21’ê Hezîranê: Platforma Yekitiya Jinên Kurd, bi dirûşma “Bi yekitiya jinên Kurd, ber bi yekitiya neteweyî ve” 3’yemîn Konferansa Platforma Jinên Kurd li dar xist û 2 rojan dewam kir. Di encama konferansê de peyama ku divê jin di yekitiya neteweyî de roleke pêşeng bilîzin hat dayîn û di nav yekitiyê de “Sekreteriya tifaqa jinan” hat avakirin.   27’ê Tîrmehê: Înisiyatîfa Yekitiya Demokratîk, bi dirûşma “Bi Armanca Yekitiyê Ber bi Aşitiyê ve” li navçeya Bazîda Agiriyê konferansek bi sernavê “Girîngiya Yekitiya Neteweyî ya Kurd” li dar xist. Piştî vê konferansê, li bajarên cuda jî konferansên bi vî rengî hatin lidarxistin.   Êrişên ku di mehên pêşîn ên salê de li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin kirin, bi çalakî û bernameyên girseyî hatin protestokirin. Êrişên komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê di mehên destpêkê de jî berdewam kirin. Li dijî vê yekê, li bajarên sînor çalakiyên nobedê hatin destpêkirin. Navçeya Nisêbînê a Mêrdînê ku bi sînorê bajarê Qamîşloyê ye, yek ji wan bajaran bû ku çalakiya nobedariyê lê dest pê kir. Bi hezaran kes beşdarî çalakiya ku di tevahiya meha Çile de dewam kir bûn. Li navçeya Pirsûs a Rihayê jî çalakiya nobedê hat destpêkirin. Di 28’ê Çile de li Qada Şêx Seîd (Deriyê Çiyê) bi çalakiya rûniştinê ya girseyî êriş hatin protestokirin.   ZEXTÊN LI SER ÇAPEMENIYA AZAD DEWAM KIRIN   Zextên li ser xebatkarên Çapemeniya Azad îsal jî dewam kirin. Rojnamegerên wekî Reyhan Hacioglû, Rahîme Karvar, Necla Demîr û hinekên din hatin girtin lê hemû rojnameger di danişînên pêşîn de hatin berdan.   BERXWEDANA LI DIJÎ QEYÛM   Polîtîkayên qeyûm li ser şaredariyên DEM Partiyê dewam kir. Di 29’ê Çile de li Sêrtê û di 15’ê Sibatê de li Wanê qeyûm hatin tayînkirin. Li dijî vê yekê li Wanê bi rojan berxwedan hat nîşandan. Ji 100'î zêdetir welatî hatin binçavkirin û tundî li wan hat kirin. 6 rojnameger hatin binçavkirin. Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê 223 karker ji kar derxist, berxwedana karkeran hêj didome.   BÎRANÎNA KAYTAN Û ALTUN   PKK’ê 12'yemîn Kongreya xwe de ragihand ku damezirînerên tevgerê Alî Haydar Kaytan û Riza Altun jiyana xwe ji dest dane. Li gelek bajaran ji bo wan bernameyên bibîranînê hatin lidarxistin.   GIRTIYÊN NEXWEŞ NEHATIN JIBÎRKIRIN   Ji bo azadiya girtiyên rexmê nexweşiyên giran ku nayên berdan hewildan berdewam kirin. Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Medê (MED TUHAD-FED), di navbera 7’ê Gulanê û 4’ê Hezîranê de li 16 bajaran daxuyanî dan. Li Wanê û li gelek bajaran ji bo girtiyên nexweş çalakî û bernameyên curbecur hatin lidarxistin.   MECLISA KIRMANCKÎ HAT AVAKIRIN   Di çalakiyan de daxwaza ku Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê derket pêş. Di çarçoveya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de, bi çalakiyên girseyî banga “Statu ji Kurdî re” hat kirin. Komeleya Lêkolînên Ziman û Çanda Mezopotamyayê (MED-DER), di 9’ê Gulanê de avakirina Meclisa Kirmanckî ragihand.   PEN'a Kurd di 10’ê Gulanê de li Navenda Kongreyê ya Çand Amedê, bi mijara “Bicihanîna xalên manîfestoya Gironayê” konferansek li dar xist. Zimanzan û nivîskarên ku di konferansê de axivîn, destnîşan kirin ku jibo Kurdî divê her kes berpirsiyariyê li xwe bigire.   Çalakiyên 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, bi dirûşma “Statu ji Kurdî re, Perwerdehiya bi Kurdî” hatin lidarxistin. Çalakiyên ku di 4’ê Nîsanê de dest pê kiribûn heta 1’ê Hezîranê dewam kirin. MED-DER û Enstîtuya Kurdî ya Amedê, di 20’ê Gulanê de ji Qada Şêx Seîd heta Derê Mêrdîn bi beşdariya hezaran meşek li dar xistin.   OHD’ê jî di nava salê de 5 daxwazên xwe yên der barê Kurdî de rêz kirin. Di nav daxwazan de hat xwestin ku Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û di bin temînata destûra bingehîn de be. Herwiha kampanyayeke îmzeyê hat destpêkirin.   Di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, di komîsyona ku li Meclisê hat avakirin de destûr nehat dayîn ku Dayikên Aşitiyê bi Kurdî biaxivîn. Di civîna 20’ê Tebaxê de, Dayikên Aştiyê ji aliyê Serokê Meclîsê Nûman Kurtulmuş ve hatin astengkirin.   Li navçeya Konak a Îzmirê, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çanda Avestayê di 1’ê Tebaxê de hat girtin. Kursa Kurdî ya ku Civaka Kurdî ya Eskîşehîrê ji bo xwendekarên zanîngehê dabû destpêkirin, ji aliyê Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Navçeya Odunpazariyê ve bi hinceta "çalakiya perwerdehiyê ya bêdestûr" hat astengkirin.   Herwiha TFF’ê ji ber reklama bi Kurdî “Koma Me Bona We” cezayê pereyan li Amedsporê birî.   TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TIRYAKÊ   Li dijî tiryak û fuhûşê ku wekî polîtîkaya şerê taybet hat dîtin, Platforma "Şiyar Be" hat avakirina û li gelek bajarên Amed, Êlih, Şirnex, Mêrdîn, Wanê meşên girseyî hatin lidarxistin.   ÊRIŞÊN NIJADPEREST   Li navçeya Bayrampaşa ya Stenbolê malbateke Kurd ji ber guhdarkirina muzîka Kurdî rastî êrİşa polîsan hat. Zeynep Yaman a kU ducanî bû ji aliyê polîsan ve hat derbkirin. Herwiha li Mersîn, Nîgde û gelek cihên din êrişên li ser karkerên demsalî û kesên Kurdî diaxivîn pêk hatin.   ASTENGKIRINA ŞÎNAN Û ÊRIŞÊN LI SER GORISTANAN   Astengkirina şînan û êrişên li ser goristanan di vê salê de jî berdewam kirin. Ji bo Abdurrahîm Erzen ê HPG’î ku li Herêma Federe ya Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabû, di 15’ê Nîsanê de li Taxa Cûdî ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê malbatê xwest şînê deynin. Polîsan, şîna ku malbatê dixwest li mala taziyeyê deyne asteng kirin. Herwiha şînên endama YJA Starê Şîrîn Işik (Arvîn Çirav Botan) û Ferhat Tunç û Adem Gok (Nîzar Cizîrî) ên HPG'î jî ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.   Li mezraya Kêlesi ya taxa Çemê Elika ya navçeya Licê, leşkeran hewl dan gorên endamê HPG'ê Rojhat Onkol û endama YJA Starê Azîze Onkolê hilweşînin. Leşkeran ji malbatê re gotin ku Wezareta Karên Hundir ferman daye dozgeriyê ku goran hilweşînin. Êrişên li ser şîn û merasîmên cenazeyan, di tevahiya salê de bi serdanên girseyî û meşan hatin protestokirin.   TALANA EKOLOJÎK   Xwezaya Kurdistanê jî di nava salê de di hedefê de bû. Li gundewarên navçeya Qilebanê ya Şirnexê, li Zozanê Sketê xebatên madenê yên şîrketeke taybet bû sedema berteka gundiyan. Di 3’yê Tebaxê de li herêmê çalakiya nobedê hat destpêkirin.   Li çiyayên Gabar, Cûdî û Cilênimêjayê yên Şirnexê û li herêmên Besta, Komato û Qaşûranê cerdewanan birîna daran domandin. Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê, li dijî talana xwezayê û qirkirina daran a li bajêr, di 29’yê Tîrmehê de bi dirûşma “Ekoqirkirin sûcê mirovahiyê ye” kampanyaya îmzeyan da destpêkirin.   8’ê Tebaxê: Li dijî xebatên madenê û birîna ava taxê ya li Taxa Koçmarînê ya navçeya Licê, şêniyên taxê li ber şantiyeyê çalakî pêk anîn.   10’ê Tebaxê: Li dijî xebatên lêgerîna ava jeotermal a ku li gundê Licikê yê navçeya Kanîreşa Çewlîgê dihat kirin, gel meşek li dar xist.   9’ê Îlonê: Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk, li dijî ekoqirkirina li Şirnex û navçeyên wê didomiya, bi dirûşma “Em li dijî ekoqirkirinê radiwestin, em li dijî talana xwezayê dimeşin” li Bestayê şevekî nobed hat girtin. Texrîbata 5 salên dawî ya li Bestayê li cihê wê hat çavdêrîkirin. Gelek welatiyan, ji ber ku herêm qedexekirî bû, piştî salên dirêj cara yekem karîbûn erdên xwe bibînin.   MA / Dîren Yûrtsever