Dê wêneyên ku Nazim û Cîhanê kişandibûn bên pêşandan 2025-12-18 13:30:22 AMED - Hevserokê DFG’ê Selman Çîçek têkildarî bernameya bîranîna Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê agahî parve kir û diyar kir ku dê bi wêneyên ku her du rojnamevanan kişandine şopên têkoşîna wan bên pêşandan. Rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ku dema êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin, di 19’ê Kanûna 2024’an de li nêzî Bendava Tişrînê bi SÎHA’yên Tirkiyeyê ve hatin qetilkirin.   Hevserokê Komeleya Rojnegeran a Dîcleyê (DFG) Selman Çîçek ê ku bi Nazim Daştan re li Aajanda Nûçeyan A Dîcleyê (DÎHA) xebitiye, têkildarî salvegera qetilkirina rojnamevanan axivî. Çîçek, destnîşan kir ku di salên dawî de êrişên dewletê li dijî rojnamevanan zêde bûne û wesayîta ku Nazim û Cîhan tê bû, tevî ku li serê çapemenî nivîsandîbû, bûne hedef.    Çîçek, diyar kir ku di navbera salên 2013-2015’an de bi Nazim re xebitiye û wiha axivî: “Bi salan ez bi Nazim re xebitîm, dema DÎHA’yê nûçegîhanê Dîlokê bû. Hem zanîngeh dixwend hem jî wek nûçegîhan dixebitî. Wê demê gelek nûçeyên serkeftî çêkir. Dema em qala têkoşîna Nazim dikin em wî dikarin bi nûçeyên wî bidin nasîn û me wî bi nûçeyên xurt nas kir. Carinan me li Amedê hev didît, me li ser nûçeyan û rojnemevaniyê gotûbêj dikir. Hêzek xurt dida me.”   BERÊ KAMERAYA XWE DA ROJAVA   Çîçek, qala keda Nazim a ji bo Şoreşa Rojava kir û wiha pê de çû: “Têkoşîna nazim li ser sînor dest pê kir. Nazim, hevkariya DAIŞ û Dewleta Tirk bi belge û wêneyan ve îspat kir. Ev sedema esasî ye ji bo hedefgirtina Nazim. Ji wê rojê û şûn de Nazim berê kameraya xwe da Rojava. Lewra wî bi teşhîrê dest pê kir û xwes vê bidomîne. Ji wê rojê û şûn de em bi keda Nazim têkoşîna Şengalê, Efrînê û Reqayê hîn bûn. Em bûn şahidê azadiya Reqayê.”   Çîçek berdewamiya axaftina xwe de ev tişt got: “Nazim bi rastî rojnemevanî kir û cîhanê wî nas kir. Tevî ku vê yekê dizanibûn wî qetil kirin. Xwestin nûçegîhaniya Nazim qetil bikin ji ber vê yekê ew kirin hedef. Rêxistinên navneteweyî Nazim wek rojnamevan qebûl kirin û Tirkiye şermezar kirin. Lêbelê Tirkiyeyê heql da qetlîama xwe veşêre.”   ROJNAMEVAN HATIN BINÇAVKIRIN   Çîçek, rave kir ku rojnemevanên ku qetilkirina Nazim protesto kirin hatin binçavkirin û girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Stenbolê 7 hevalên me hatin girtin, li Amedê li dijî daxuyaniya çapemeniyê êriş pêk hat. Polîsên ku êrişên çalakiyê kirin digotin ‘der heqê Nazim de biryara girtinê tunebû, lê biryar wiha ji me ra hat’. Ji bo rastî bê veşartin ev biryar hatibû dayîn. Me nehişt ku ev rastî bê veşartin. Belê hevalên me hatin girtin, lêpirsîn hatin vekirin û îdianame hatin amadekirin. Li Amedê der heqê 5 rojnemavanên ku beşdarî bibîranînê bûbûn, lêpirsîn hat vekirin û li Stenbolê jî 7 hevalên me hatin binçavkirin.”    DÊ BÊN BIBÎRANÎN   Çîçek destnîşan kir ku li Amedê dê ji bo bibîranîna Cîhan û Nazim bernameyê li dar bixin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Em ê her du hevalên xwe bibîr bînin û em ê careke din söze bidin wan; em ê di nivisîna heqîqetê de berdewam bin. Em li ser şopa wan bimeşin. Bernameya bibîranînê dê di 19’ê Kanû^nê saet 19.00’an de li ÇandAmedê bê lidarxistin. Di çarçoveya bernameyê de dê wêneyên ku Nazim û Cîhanê kişandine bên pêşandan. Piştre sînevîzyona ku hevalên Nazim û Cîhanê tê de qala wan dikin, dê bê nîşandan.”