ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2025'AN 2025-12-17 09:00:14   * Li Almanyayê, xweseriya şaredariyan û beşdariya gel di bin temînata destura bingehîn de ye. Bi rêgeza rêveberiya xurt a nenavendî û sîstema serokatiyê re, hêza rastîn di destê şaredariyan de ye.   * Li Kurdistan û gelek deverên Tirkiyeyê mihrîcan, çalakî û bûyerên girîng di warê çand û hunerê de hatin lidarxistin, daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê û bidestxistina statuyeke qanûnî ji bo Kurdî li çar aliyê cîhanê deng veda.   * Hevseroka MAF-DAD'ê Heike Geisweid, ku ji ber bicîneanîna biryara "mafê hêviyê" daxwaza mueyîdeyan li dijî Tirkiyeyê kir û got: "Divê pêvajoya binpêkirinê bi betalkirina mafê dengdanê yê delegeyên Tirk ên di Meclisa Parlamenteran de û derxistina wan ji Konseya Ewropayê were destpêkirin."   * Dîlan Dîlok a ku hevkara rojnamevanên hatine qetilkirin Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn e, got: “Herduyan jî îspat kirin ku ew zarokên gel û rojnamevan in.”   * Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê daxwaz kirin ku biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya binpêkirina "mafê hêviyê" ya der barê Abdullah Ocalan de bê bicîanîn û gotin: "Bila daxwaza me ya ji bo çûyîna Îmraliyê bê qebûlkirin, em ê Abdullah Ocalan bigirin bînin."   * Goristana Xerzanê 8 sal berê hate texrîbkirin û cenazeyên di goristanê de hatin derxistin û li Kîlyosê di bin peyarêyê de hatin definnkirin. Dayikên ku çûn serdana Goristana Xerzanê ya hatiye wêrankirin, gotin: "Ji bo em bi taybet wan ji bîr bikin, navên ser kêlên goran şikandine. Lê em ê wan ji bîr nekin."    *Derhêner Veysî Altay diyar kir ku bandoreke mezin a sînemaya Kurd li ser ziman û çandê heye û got: "Kurd, bi rêya sînemayê derdê xwe, bexwedan, êş û serpêhatiye xwe bi temaşevanan re parve dike."    *Wekîlê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek, anî ziman ku pêvajoya heyî ji bo Tirkiye û Kurdan firsendek e û got: "Divê dewlet tiştekî bibêje ku pêvajo li ser zemînekî siyasî û hiqûqî bidome."    * Hevberdevkê Şiyar Be! Platforma Têkoşîna li Dijî Tiryakê Mûrat Kan, got ku dê li navçeya Licê ku bi tiryak û çetetiya fihûşê di rojevê de ye, nûnertiya xwe vekin.    * Welatiyên li Mêrsînê tev li xwarina di çarçoveya Hevdîtinên Aştî û Civaka Demokratîk de bûn, gotin ku muxatabê çareseriya pirsgirêka Kurd, Abdullah Ocalan e û xwestin girtekên komîsyona Meclisê bên aşkerakirin.    * Civaknasê Alman Hauke Brunkhorst, piştgirî da Banga Aştî û Civaka Demokratîk û got di nava dehan salên dawî yên Rojhilata Navîn gava herî girîng e.     * Rewşa rojnameger Huseyîn Aykol dê were şopandin.    * Li navçeyên Hewag û Wêranşarê yên Rihayê dê "Hevdîtinên Aştî û Civaka Demokratîk" bên lidarxistin. (11:00/16:00)   * Platforma Saziyên Demokratîk dê deklarasyona mitînga "Hêvî û azadiyê" ku dê di 4'ê Çileyê de bê lidarxistin, aşkera bike. (12.00)   * Meclisa Jinan a DEM Partiyê dê têkildarî îstîsmara li Meclisê daxuyaniyê bide. (13.30)