Ji xelkê Aydinê bang: Budçeyê ji bo gel veqetînin 2025-12-16 10:42:54 AYDIN - Welatiyên Aydinê diyar kirin ku şert û mercên jiyanê li wan giran bûne û nikarin debara xwe bikin. Welatiyan, xwest ku budçe ne ji bo şer lê ji bo jin, ciwan û kedkaran were veqetandin.    Hevdîtinên Pêşniyarqanûna Budçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2026’an ku di 8’ê Adarê de dest pê kiribûn, li Lijneya Giştî ya Meclisê didomin. Welatiyên Aydinê têkildarî hevdîtinên budçeyê axivîn û xwestin budçe ne ji bo şer lêbelê bila ji bo jin, ciwan û kedkaran were veqetandin.    Ji welatiyan Kadîr Altaş, anî ziman ku di hevdîtinên budçeyê yên li Tirkiyeyê de tu caran kedkar esas nayên girtin û got: “Kedkar, tu caran heqê keda xwe nagirin. Em jî dixwazin qet nebe xizan, karker, kedkar, teqawid, yên mûçeyê kêmtirîn digirin bi rastî jî heqê keda xwe bigire. Ji bo vê bi rastî jî em têkoşînek mezin didin. Li gorî min divê Meclis di mijara budçeyê de bêhtir hestiyar tevbigere. Em dixwazin wekîl li ser vê mijarê bisekinin. Em naxwazin ev keda me vala vala biçe.”   'DEMA BUDÇE JI BO CIVAKÊ HAT VEQETANDIN DIKARÎ BIBE DEWLETA SOSYAL’    Abdulkarîm Kara jî anî ziman ku ev 50 sal in budçe ji bo şer û tundiyê tê veqetandin û xwest ev budçe êdî ji bo gel were veqetandin. Kara, got: “Wê demê dê rewşa civakê hinek baştir bibe. Budçe divê ji bo civakê were kirin. Dema tu ji bo şer budçeyê vediqetînî tu nabî dewleta sosyal, dema te ji bo civakê veqetand tu dikarî bibî dewleta sosyal. Divê hem dewlet hem jî karsaz şertên jiyanê bêhtir baş bikin. Divê mûçeyê kêmtirîn herî kêm 40-45 be. Dema em hesabên xwe yên xwendekaran, heqê servîsê, lêçûnên perwerdeyê û hwd. dikin, dibînin ku 45 hezar jî têr nakin. Rastiyeke wiha heye.”    'BUDÇEYA NE JI BO QESRÊ LÊ JI BO GEL DIXWAZIN’    Ruzgar Ece, diyar kir ku budçeya 2026’an ji bo qesrê hatiye sazkirin û got: “Ji bo jin, karker û kedkaran budçe veneqetandine. Sermaye niha jî ji xwe re çavkaniyan çêdike. Daxwaza me ya ji hevdîtinên budçeyê ev e; budçeyê ji bo jinan, karkeran û kedkaran veqetînin. Ne budçeya ji bo qesrê, ya ji bo gel.”    Dilşah Yaşar jî anî ziman ku mûçeyê kêmtirîn pir hindik e û heqê kirê û fatûreyan jî zêde ye. Dilşah Yaşarê got: “Jiyan, zehmet e. Mûçeyê kêmtirîn bila hinek baş be. Milet gelek zehmetiyê dikêşe. Herî zêde jî jin û ciwan van zehmetiyan dikêşin. Ji bo wan jiyan zehmettir e. Divê hikûmet gavan biavêje lê naavêje. Bila aştî bibe û budçeyê ji bo aştiyê veqetînin.”