7 jin gihiştin hev û kooperatîfa ku li ber girtinê bû geş kirin 2025-12-14 09:02:37 DÊRSIM - Li Gundê Tanêr ê Xozatê, 7 jinên kooperatîfa li ber girtinê bû geş kirin û dest bi hilberînê kirin, peyama "Divê jin bighîjin hev û hilberînê bikin" dan. Li gundê Tanêr ê navçeya Xozat a Dêrsimê, 7 jin civiyan, kooperatîfa ku li ber girtinê bû kirîn û dîsa vekirin. Jinên ku di sala 2023’yan de Kooperatîfa Jinan a Xozatê ya ku berê li ber girtinê bû ji nû ve şên kirin û dest bi hilberînê kirin, ji fêkiyên wekî şîlan, givîj, sêva bejî tirşî, rîçal û sirke çêdikin û difiroşin. Bi vî awayî hem debara xwe dikin hem jî bi kirîna berhemên jinên din ên gund, piştgiriyê didin wan.   Eylem Aldemîrê diyar kir ku ew wekî 7 jin ji nû ve Kooperatîfa Jinan a Xozatê geş kirina û got ku wan berhemên ku di kooperatîfê de bi navê "Şîlan" hilberandine, dest bi firotanê kirine. Eylem Aldemîrê anî ziman ku ew debara xwe bi hilberînên xwe dikin û armanca wan ew e ku kooperatîfa xwe mezin bikin ku karibin xwe bigihînin zêdetir jinan.   ‘DEMA ME KIRÎ, DEYNDAR BÛ’   Eylem Aldemîrê anî ziman ku di sala 2023’yan de wan kooperatîfa ku li ber girtinê bû bi 7 jinan dewr girt û ji hilberînin xwe pere qezenc kirine. Eylem Aldemîrê diyar kir ku dema wan cara yekem ev der vekir, pêşniyarî jinên din ên li gund kirin, lê ji ber pirsgirêkên xwe û fikarên madî jin tevlî kooperatîfê nebûne û ev tişt got: “Em li vir rîçal, tirşî û sirkeyê çêdikin. Jixwe em hemûyan çêdikirin. Me got ‘em ê bi kooperatîfê bidomînin’. Me van hilberînên li vir çêkirin û firot. Bi vî awayî hilberîna me baştir bû. Em hewl didin li vir karên cuda bikin. Dema me ev der kirî, deyndar bû. 3 sal in em li vir hilberînê dikin û em dixwazin bi gelek jinan re hilberînê bidomînin. Hin kêmasiyên me hene, em plan dikin ku wan temam bikin.”   BI AWAYEKÎ KOMUNAL DIXEBITIN   Eylem Aldemîrê diyar kir ku wan bi derfetên xwe alavên kooperatîfê kirine û dest bi kar kirine û wiha pê de çû: “Dema me alavên li vir kirîn, me zehmetî kişand. Me bi keda xwe her tişt kirî. Ji ber ku budçeya me tunebû, me gelekî zehmetî kişand. Niha jî em dixwazin hilberîna li vir zêde bikin. Ez û çend hevalên me yên li vir jî bi sewalkariyê re mijûl in. Em penîr, penîrê eyaran û tiştên mîna wan jî çêdikin. Em dixwazin hilberîna li vir bi vê jî zêde bikin. Piraniya hilberînerên jin ên li vir ji gund in. Tenê 2 endam ji navenda Xozatê ne.”   ‘CIH TÊR NAKE’   Eylem Aldemîrê rave kir ku cihê ku lê hilberînê dikin têr nake û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em dixwazin zêdetir jin tevlî me bibin. Cihê ku em li vir lê hilberînê dikin, depoya binê mala yek ji endamên me bû. Me jî li vir tamîrat kirin û dest bi hilberînê kirin. Hemû alavên li vir me bi pereyên xwe yên ku me kom kiribûn dabîn. Mînak, yek ji hevkarên yekem ên li vir, Nermîn xan, kuafor bû, me sewalkarî dikir, me bi pereyên xwe yên ku me kom kiribûn ev der vekir. Wê fikra xwe parve kir, em bûn hevkar. Xebatên li vir gelekî xweş in. Kes li kêmî û zêdehiya karê ku yê din dike, nanêre. Her kes ya ku dikeve ser milê wê dike. Mînak dema karê yekê derket yan jî pirsgirêkek wê heye; ya din alîkariya wê dike û cihê wê tije dike. Xwarinên xwe bi hev re amade dikin û dixwin. Li vir her kes bi sîstema komunê karê xwe dike.”   ‘EM DIXWAZIN JINÊN DIN JÎ TEV LI ME BIBIN’   Eylem Aldemîrê anî ziman ku ew diçin gundên xwe an jî gundên derdorê û ji jinan fêkiyên li baxçeyan dikirin û got: “Bi vî awayî jinên din jî qezenc dikirin. An jî di hin deman de ew jî tên li vir dixebitin. Em dixwazin jinên din jî tevlî me bibin. Baxçeyên me yên fêkî û sêvan hene, em ji wir jî berheman kom dikin. Di dema dirûnê de em sîtilên xwe li derve datînin û li wir dikelînin. Piştî kelandinê, tînin vir, li vir makîneyên me hene, di wan de derbas dikin û dendikan vediqetînin. Mînak, ji bo ku stiriyên şîlanan neke nav, em ji bêjingê re derbas dikin.”   ‘DIVÊ JIN BI HEV RE HILBERÎNÊ BIKIN’   Eylem Aldemîrê anî ziman ku bi vî awayî bi hev re dixebitin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Niha em hilberînê dikin, lê di biharê de demên ku em bêkar dimînin jî hene. Ger em zêdetir bixebitin û xurtir bibin, em dikarin tiştên din jî hilberînin. Divê jin li hev kom bibin û hilberînê bikin. Ez dixwazim ku jin karibin debara xwe bikin. Ger nikaribin bibin kooperatîf jî, bi awayekî dikarin li hev bicivin û tiştek bikin. Dikarin bi keda xwe pereyên xwe qezenc bikin. Divê jin bi hev re hilberînê bikin.”   MA / Şîrvan Şîlan Çîl