‘Ji bo aştiyê divê xweseriya rêveberiyên xwecihî bê parastin’ 2025-12-12 14:28:17 ENQERE - TUMBEL-SEN'ê 2'yemîn Sempozyuma Rêveberiyên Xwecihî, Ked û Demokrasiyê li hotêleke Enqereyê li dar xist. Beşdaran destnîşan kirin ku parastina xweseriya rêveberiyên xwecihî û demokrasiya xwecihî ji bo aştiyê jiyanî ye. TUMBEL-SEN' ê 2'yemîn Sempozyuma Rêveberiyên Xwecihî, Ked û Demokrasiyê li dar xist. Sempozyuma ku li Otêla Îçkaleye hate lidarxistin, beşdarên navnetweyî, hevşaredar, akademîsyen, remanwerên li ser demokrasî û rêveberiya xwecîhî xebitîne, hevşaredarên li şûna wan qeyûm hatine tayînkirin, rewşenbîr, nivîskar û rojnamevan beşdar bûn.   Serokê TUM-BEL SEN’ê Erdal Bozkurt, axaftina destpêkê kir. Bozkurt, diyar kir ku desthilatê bi polîtîkayên yekperstî û tundiyê ve welat bêtir otorîter kiriye û ev tişt got: “Îro, rêveberiyên herêmî ji bo pêşxistina demokrasî, wekhevî û azadiyan xwedî cihekî girîng in. Ji bo serketina aştiyeke mayînde demokrasî, wekhevî û azadî rêgezên bingehîn in. Bi rêya hevdîtin û geşedanên dîrokî yên ku bûne sedema bêdengkirina çekan û geşbûna hêviyên aştiyê di der barê pirsgirêka Kurd de.”   ‘DIVÊ RÊVEBERIYÊN XWECIHÎ JI NÛ VE BÊN SAZKIRIN’   Bozkurt, wiha pê de çû: “Rêveberiyên xwecihî ne tenê mijarek îdarî ye. Rêveberiyên xwecihî di heman de demê de pirsgirêka hebûnê ye. Gel û civak di rêveberiyên xwecihî de hebûna xwe temsîl dikin. Nasname, çand û têkiliyên civakî û bîrên xwecihî şikil digirin û dikevin meriyetê. Li dijî pergala kapîtalîst a ku îro gefê li hemû zîndeweran ekolojiyê dixwe rêya herî girîng xurtkirina rêveberiyên xwecihî ne. Niha navendîbûneke giran tê sepandin. Ji bo serketina pêvajoya aştî û civaka demokratîk û çareseriya pirsgirêka Kurd bi rengekî azad û demokratîk, ji bo pêkvjiyana bi hev re ya hemû bawerî, nasname û fikrên cuda yên li welêt bi rengekî azad, gelekî girîng e ku rêveberiyên xwecihî li ser bingeha azad, demokratîk, tevlîkar û gelparêz jinûve bêne avakirin."   Di rûniştina destpêkê de Dr. Erdogan Boz axivî û diyar kir ku aştî ne tenê rawestandina şer e, her wiha civakîbûna edalet û demokrasiyê ye.    Nûnerê Federasyona Sendîkayên Xizmetên Cemaweriyê yên Ewropayê Pablo Sanchez Centellas jî destnîşan kir ku xweseriya rêveberiyên xwecihî ji bo xurtkirina aştiya pozîtîf û edaleta civakî pêwîstî ye.