Dozgeriyê li dijî biryara demborînê ya ‘Komkujiya 19’ê Kanûnê’ îtîraz kir 2025-12-11 13:42:52   STENBOL - Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê li dijî biryara demborînê ya di doza “Operasyona Vegera li Jiyanê” de ku 12 girtî hatibûn qetilkirin, bi hinceta derqanûntiyê îtîraz kir.    Di 19’ê Kanûna sala 2000’î de li Girtîgeha Bayrampaşa ya Stenbolê di bin navê “Operasyona Vegera li Jiyanê” êriş hate kirin û 12 girtî hatibûn qetilkirin. Di dozê de 194 leşker dihatin darizandin û 13’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê di 17’ê Mijdarê de biryara demborînê dabû. Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê, bi sedema derqanûntiyê li dijî biryarê li Dadgeha Îstînafê îtîraz kir. Di serlêdana îtîrazê de dozgeriyê bal kişand ser daxwazên girtiyan û got: “Çalakî, bi daxwaza girtina girtîgehên bi tîpa F’yê, berdana girtiyên nexweş, yên di rojiya mirinê de û yên di bûyeran de bi giranî birîndar bûbûn, peywirdarên di bin çavan de îşkence û miameleya xerab li binçavkiriyan dikin bên darizandin û cezakirin, betalkirina qanûnên li pêşiya têkoşîna demokrasî û azadiyê digirin bên betalkirin û zextên ser Kurdan û kêmaniyan bên rakirin hatine kirin.”    Di îtîrazê de her wiha hate gotin ku di dema lêpirsîn û teqîbatê de agahiyên yekîneyên tev li operasyonê bûne ji Fermandariya Cendirmeyan a Stenbolê hatine xwestin, ji van agahiyan hejmara personelên Fermandariya Asayîşa Taybet a Cendirmeyan a Enqereyê yên mudaxileyê beşa girtiyan kirine nehatiye dayin, peywirên wan û navên wan nehatine şandin.    'CENDIRMEYAN SÎNORÊ PEYWIRA XWE DERBAS KIRIN’   Di berdewamê de îşaret bi raporên Daîreya Îhtîsasê ya Morgê ya ATK’ê hate kirin û hate bibîrxistin ku Mûstafa Yilmaz, Mûrat Ordekçî, Cengîz Çalikoparan, Firat Tavuk, Alî Ateş, Fevzî Saygili, Alî Ekber Duzova, Erol Arikan, Hakan Erdal û gelek girtiyên bi guleyên çekê hatine birîndarkirin. Di îtîrazê de hate îdiakirin ku di roja bûyerê de li gel leşkeran her wiha girtiyan jî çek bi kar anîne û hate gotin ku leşkerên di bûyerê de cih girtine “sînorê peywira xwe derbas kirine.”    Bi domdarî di îtîrazê de hat destnîşanirin ku yekîneyên cendirmeyan ên di “operasyonê” de cih girtin sînorê peywira xwe û sînorê bikaranîna hêzê derbas kirine, di encama bikaranîna çekan de 12 kes kuştine, bi derxistina şewatê re bûne sedema birîndarbûna 29 kesan û ev jî di rapora otopsiyê de aşkera ye. Hat gotin ku sedema zêdebûna mirî û birîndaran ew e ku mudaxileya li dijî birîndaran hewldana ji bo kuştinê ye, bi vî awayî 12 kes kuştine û hewldane 29 kesan bikujin. Di berdewamê de hat gotin ku dema li giliyên gilîkeran, li îdia û vegotinan, li îfade û parastinên bersûcan, li keşfa cihê bûyerê, li lêkolîna cihê bûyerê, li girtekên muayene û otopsiyê, li raporên ekspertîzê, li qeydên emanetê, li raporên bijîşkan, li raporên otopsiyê, li mutalaaya pisporan, li wêneyên cihê bûyerê û hwd. tê nihêrtin, aşkera ye ku bersûcan sûcê behsa xeberê kiriye.    DAXWAZA BETALKIRINA BIRYARÊ   Di serlêdanê de hat gotin ku divê hemû bersûc bi sûcê “kuştina biqesdî” bên darizandin û ji bo biryara demborînê jî wiha hate gotin: “Ji hêla usûl û esasê ve derqanûnî ye û dixwazi ev biryar ji hêla îstînafê ve were betalkirin.”     ÎTÎRAZ ‘ERÊNÎ YE’   Ji parêzerên dosyayê Guçlu Sevîm têkildarî îtîrazê axivî û got ku îtîraza dozgeriyê erênî ye û got: “Her çend dozgerî ji bo bersûcan ceza xwestibe jî, mecbûr nebû li dijî biryara demborînê îtîrazê bike. Lê tevî vê jî kiriye û ev jî nîşan dide ku biryarê rast nabîne.”   MA / Omer Îbrahîmoglû