Biryara qeyûm a têkildarî Newala Qesaba hat rawestandin 2025-12-11 11:00:56 AMED - Qeyûmê Şaredariya Sêrtê ji bo Newala Qesaba biryara îmarê dabû. Dadgeha Îdarî jî ev biryara qeyûm da rawestandin.   Qeyûmê Şaredariya Sêrtê û meclisa wî, ji bo Newala Qesaba ku gorên komî lê hene, biryara îmarê dabû. Dadgeha Îdarî jî biryara rawestandina vê biryarê da. Odeya Plansazên Bajêr a Amedê jî di 11’ê Nîsana 2025’an de bi hinceta ku ne li gorî Rêziknameya Çêkirina Planên Cihî ye, bajar herêma erdhejê ye û  rapora jeolojîk a plananan nîne, bi daxwaza rawestandina biryarê serî li Dadgeha Îdarî ya Sêrtê dabû. Piştî serlêdanê, dadgehê biryara îmarê da rawestandin.   Dadgehê, di biryara xwe de destnîşan kir ku plana îmarê ne li gorî standartên Rêziknameya Çêkirina Planên Cihî ye. Bi domdarî diyar kir ku rapora jeolojîk-jeoteknîk a ku Wezareta Hawîrdor Bajarvanî û Guherîna Avhewayê pêwîst dibîne, tune ye û bêyî raporê ne pêkan e ku plan bê amadekirin û were cîbicîkirin. Herwiha dadgehê destnîşan kir ku qada ji bo planê hatiye veqetandin ne li gorî pîvan, teknîk û rêgezên bajarvaniyê ye.   Dadgeha ku biryara vekirina îmarê ne li gorî plan û rêgezên dadgehê dît, biryar da ku ev biryar ne li gotî hiqûq û rêziknameyê ye û di 19’ê Mijdarê de bi piraniya dengan biryara sekinandina biryara îmarê da.     ‘PIŞTÎ VÊ SAETÊ HER AVAHÎ BÊQANÛN E’    Sekreterê Odeya Plansazên Bajêr a Amedê Mahmût Ozkeskîn, biryara dadgehê nirxand û diyar kir ku ev plan şaşî ye, bi awayeke teknîkî nayê qebûlkirin û got: “Sêrtê di asta yekemîn de di nava herêma erhejê de ye. Sêrt, ji berê ve bêyî ku analîzên jeolojîk bên kirin teslîmê hişmendiya rantparêz bûye.”    Ozkeskîn, rave kir ku divê bajar wek qada rantparêziyê neyê bikaranîn û wiha pê de çû: “Biryara ku ji aliyê qeyûm ve hatiye dayîn vê nêrîna me piştrast dike. Ji ber vê yekê li dijî planê îtîraz hate kirin. Piştî encamek ji îtîrazê derneketî jî ji bo rawestandina biryarê doz hatiye vekirin. Bi biryara dadgehê ve niha plan hatiye rawestandin. Piştî vê saetê her îmar û avahî ya ku dê bêçêkirin bêhiqûqî ye û li dijî biryara dadgehê ye. Derdê me ew e ku careke din erdheja 6’ê Sibatê rû nede.”    ‘GORÊN KOMÎ HATIN DÎTIN, 8 CENAZE HATIN DERXISTIN’    Sekreterê Lijneya Koordînasyona Bajêr a TMMOB'a Amedê Mahûm Çiya Korkmaz, bibîr xist ku li Newala Qesabayê di salên 1980-90’î de cenazeyê sedan kesên ku bi zorê hatine windakirin û bi cînayetên faîl nediyar e hatiye dîtin. Korkmaz, bibîr xist k udi 2’yê Nîsana 1989’an de goristaneke komî hatiye derxistin û di vekolîna ewil de piştî çend saetan gora 8 kesan hatiye derxistin. Korkmaz, di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt got: “Ji bo cenazeyê kesên bizorê hatine windakirin, xebateke ji pisporên serbixwe pêk dihat, dihate payîn. Lêbelê di heman rojê de bi biryara Walîtiya Sêrtê vekolîn hatin rawestandin û ji wê rojê de tu xebat nehate kirin û nasnameya cenazeyê 8 kesan û sedemê mirina wan nehate ronîkirin. Xebata îmarê ne li gorî hiqûq û wijdana civakî ye.”    ‘DIVÊ QAD BÊ PARASTIN’   Korkmaz, bal kişand ser gorên komî yên li Newala Qesabayê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Planek ku xwedî ‘erêkirina plana îmarê’ be mafê bêsînor ê avahiya li ser bermahiyên mirovan nade. Em careke din destnîşan dikin ku divê hesasiyetên sosyolojîk, çandî û teknîkî bê esas girtin û ew dever bê parastin.”   MA / Mûjdat Can