Ji Elewiyên Sûriyeyê banga 'gava lezgîn' kir 2025-12-11 09:55:35   EDENE- Serokê HAD-DER’ê Hamît  Karaogûllardan, diyar kir ku di piştî 8’ê Kanûnê li Sûriyeyê Elewiyan têkoşînek nû dane destpêkirin û ji bo avakirina komîsyona heqîqetê û vekirina korîdora alîkariyê bangî TBMM’ê kir.   Li Sûriyeyê di 8’ê Kanûnê de protestoyên bi pêşengiya gelê Elewî ve hat destpêkirin, destpêka xeteke nû ya berxwedanê li dijî rejîmê nîşan dide. Serokê Komeleya Hevgirtina Elewiyan a Gelê Ereb (AHAD-DER) Hamît Karaogûllardan, ji bo “berpirsiyariya lezgîn” bangî raya navneteweyî û TBMM’ê kir.   DAXWAZA HEVPAR A GELAN   Karaogûllardan, diyar kir ku li dijî veguherîna siyasî ya li Sûriyeyê di serî de gelê Elewî û gelek kesan bertk nîşan dane û destnîşan kir ku protestoyên bi banga Serokê Meclisa Îslam Elewî ya Sûriyeyê Şêx Gazel Gazelê ve destpêkiriye daxwazên hevpar ên gelên anîne cem hev. Karaogûllardan, diyar kir ku banga Şêx Gazel Gazel a ji bo greva 5 rojan bandoreke xurt kiriye û ev yek weke “xeta berxwedanê ya bêçek a li dijî rejîmê” nirxand û got nîşaneya îradeya hevpar a gelan e.   ‘NÊZIKATIYÊN TIRKIYEYÊ KRÎZAN KÛR DIKE’   Karaogûllardan, rave kir ku polîtîkayên Tirkiyeyê yên li hemberî Sûriyeyê mezhebperest in û ev yek krîzê kûr dike û raya giştî ya cîhanê “hêzên selefi û cîhadîst” rewa kirine û ev rewş wek “cotstandardiyek giran” pênase kir. Karaogûllardan, destnîşan kir ku li Sûriyeyê qirkirina gelê Elewî li pêş çavê cîhanê pêk hatiye û ew wek AHAD-DER ji bo xurtkirina hestiyariyê hem li Tirkiyeyê hem di raya giştî ya cîhanê de dixebitin û raporên hevpar ên platformên navneteweyî û partiyên siyasî didomin.    ‘BILA KORÎDORA ALÎKARIYA MIROVÎ BÊ AVAKIRIN’   Karaogûllardan, daxwazên ji bo ewlehiya gelê Elewî û hemû sivîlên li Sûriyeyê rêz kir û got: "Avkirina Komîsyona Heqîqet û Lêkolînê di nava TBMM’ê de ku nûnerên saziyên Elewî û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) jî tê de bin, afirandina korîdorek alîkariya mirovî ya lezgîn ji bo gelê Elewî û hemû sivîlên li Sûriyeyê û avakirina pergalek wekhev, adil û demokratîk ku hemû gel bikaribin bi wekhevî beşdarî rêveberiyê bibin."