Li Pendîkê şewat derket: 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan 2025-12-11 09:08:18 STENBOL - Li navçeya Pendîkê ji ber sedemeke ne diyar şewat derket û di şewatê de 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan û 2 jî bi giranî birîndar bûn.    Li navçeya Pendîkê ya Stenbolê di avahiyeke 2 qet de ji ber sedemeke nediyar şewat derket. Di şewatê de 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan û 2 jî bi giranî birîndar bûn. Piştî agahdarkirina welatiyan, li cihê şewatê komên agirkujiyê, polîs û tenduristiyê hatin veguhestin.    Di şewatê de 4 zarok ji hêla welatiyan ve ji malê hatin derxistin û bi ambulansan birin nexweşxaneyê. Di encama mudaxileya komên agirkujiyê de şewat hate vemirandin.