Li şûna baxçeyên Ermenan ên dîrokî avahiyên beton tên çêkirin 2025-12-11 09:02:22 WAN - Baxçeyên Artêmêtê yên sedsalan ji ber zêdebûna bilez a çêkirina avahiyên beton winda dibin û li şûna mîrateya dîrokî avahî tên çêkirin.  Li navçeya Artemêtê ya Wanê, baxçeyên dîrokî yên Ermenan, ku ji aliyê Kanala Şamranê ya 3 hezar salî ve tên avdan, ji ber qutbûna avê di sê salên dawî de gelek zirar dîtine. Biryara rawestandina herikîna avê, ku ji aliyê rêveberiya qeyûm ve hatiye dayîn, bû sedema hişkbûna darên fêkiyên sedsalan û wêrankirina baxçeyên dîrokî. Ji baxçeyên ku sê sal in nehatine avdan, tenê darên hişk û erdên baxçe mane.   Kanala Şamranê ya ku bi qasî 56 kîlometre dirêj e, wekî çavkaniya sereke ya avê ye û 15 hezar hektar qada hêşîn a Wanê av dide. Baxçeyên Artemêtê, ku ji aliyê vê kanala dîrokî ya mezin a avê ve têne avdan, wekî yek ji beşên herî hêja ya xwezayî ya herêmê tê zanîn. Lêbelê, zêdebûna avakirin û texrîbata di van baxçeyan de, xetereyê li ser ahenga xwezayî ya herêmê û hem jî mîrata wê ya çandî çêdike. Baxçeyên Artemêtê, ku xwedî girîngiyek dîrokî û çandî ya mezin in, ji ber projeyên avahiyê yên ku bi lez zêde dibin, bi xetereya tunebûnê re rû bi rû ne. Ev baxçe ne tenê dîroka çandiniyê ya herêmê,  di heman demê de şopên çandî yên gelê Ermenî jî dihewînin. Lêbelê, zêdebûna avahiyan, ji bo van baxçeyan dibin gefek cidî ya tunekirinê.    TEVNA ÇANDÎ YA BAXÇEYAN   Baxçeyên Ermenan ên li Artemêtê sembola şêwaza jiyana çandinî û niştecî ya civaka Ermenî ne. Ev bexçe ji bo gelê Ermen ê li herêmê, ne tenê çavkaniya debare, di heman demê de navenda jiyana wan a civakî bû. Ev bexçeyên ku bi rezên tirî, darên fêkiyan û zeviyên sebzeyan dewlemend bûn, bi rêbazên avdanê yên kevneşopî bi salên dirêj hebûna xwe domandin. Herwiha ev bexçe wekî cihên civîna malbatan û çand lê têne parastin jî dihatin hesibandin û bi vî awayî şikil dida civaka Artemêtê .   BI AVAHIYAN TUNE DIBIN   Piştî qirkirina Ermenan a sala 1915'an beşek mezin ji civaka Ermen li Artemêtê tune bûn, an jî neçar man ku warê xwe biterikînin. Di salên dawî de, ev deverên dîrokî bi lez û bez ji ber projeyên avahiyê têne wêrankirin. Ev baxçeyên dîrokî bûne hedefa projeyên avahiyê yên nû. Pêvajoya avahiyê dibe sedema wêrankirina xwezayê. Baxçeyên Ermenan li Artemêtê wekî sembolên dîroka çandiniyê û dewlemendiya çandî ya herêmê hebûna xwe didomînin. Lêbelê, bi belavbûna bilez a avahiya li navçeyê, li şûna baxçeyan xanîyên betonî têne çêkirin û avahiya zêde, navçeyê vediguherîne daristaneke betonî.     MA / Zeynep Durgut