Li Amedê meşa mafên mirovan: Divê pirsgirêka Kurd were çareserkirin HATE NÛKIRIN 2025-12-10 12:19:10 AMED - Li Amedê di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de meş hat lidarxistin. Di meşê de beşdaran bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û xewstin binpêkirinên mafan ên ji ber pirsgirêka Kurd tên kirin bên bidawîkirin. Rêxistinên civaka sivîl ên li Amedê bi boneya 10-17’ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan bi dirûşma “Aştî bi mafên mirovan pêkan e” meş li dar xist. Girse, li Qada Şêx Seîd kom bû û pankarta “Aştî bi mafên mirovan pêkan e” hate hilgirtin. Girseyê ji vir ber bi Deriyê Qesrê ve meş li dar xist. Di meşê de dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Em şer naxwazin, aştiye dixwazin”, “Na ji şer re, aştî a niha” hatin berzkirin. Beşdaran li çepikan xistin, tililî avêtin û dayikên dersokspî li pêşiya meşê cih girtin.    Piştî meşê jî metna daxuyaniyê ya ku 63 rêxistinên civaka sivîl îmze kiribû hate xwendin. Metn, ji hêla Cîgirê Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz ve hate xwendin.    Yilmaz, anî ziman ku şer û pevçûnên li seranserî cîhanê didomin, rê li ber binpêkirinên giran ên mafên mirovan vekirine û ev rewş weke “rewşekî xeternak” nirxand. Yilmaz, got ku hêj jî pergaleke navneteweyî ya xwe dispêre maf û azadiyên di Danezana Gerdûnî de cih digire nehatiye avakirin.    ‘HEWCEYE MESELEYA KURD WERE ÇARESERKIRIN’   Di berdewamê de Ercan destnîşan kir ku yek ji sedema herî bingehîn a krîza mafên mirovan û demokrasiyê jî neçareserkirina meseleya Kurd e û got: “Ji bo serkeftina pêvajoya bi boneya çareserkirina vê pirsgirêkê hatiye destpêkirin, em ê piştgiriyê bidin. Em gavên heta niha ji bo çareseriyê hatine avêtin erênî dibîni lê bi avêtina gavên wêrek re dê pêvajo derbasî qonaxeke pêşdetir bibe.”   ‘CIHÊN GORAN BILA BÊN AŞKERAKIRIN’   Di berdewamê de Yilmaz bi lêv kir ku yek ji mijara herî girîng ku dê bo çareseriyê sûdewer bibe jî serbixwebûna daraza li Tirkiyeyê ye û wiha pê de çû: “Cîbicîkirina biryarên DMME’yê dê bike ku baweriya gel a bi edalet û hiqûqê zêde bibe. Hewcehî bi çêkirina destûreke bingehîn a sivîl jî heye. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd, hewcehî bi verastkirinên zagonî heye û di vê mijarê de erkek li ser milê Meclisê heye. Di vê çarçoveyê de, di serî de Şêx Seîd, Seyîd Riza û Seîdê Kurdî, divê gorên hemû kesên cihê gorên wan nediyar bên aşkerakirin. Bi taybet jî divê cînayetên kiryarnediyar ên di salên 90’î de hatine kirin bên ronîkirin. Divê cihên gorên welatiyên bi darê zorê hatine windakirin bên aşkerakirin û faîlên wan di çarçoveya sûcê li dijî mirovahiyê de bên darizandin.”    ‘HEWCEYE QANÛNA ÎNFAZÊ BIGUHERE’   Bi domdarî Yilmaz bi bîr xist ku di sala 2025’an de li Tirkiyeyê mafên azadiya xweîfadekirinê, qedexeya îşkence û miameleya xerab, mafê azadiyê û mafê ewlehî, azadiya çapemeniyê û bijartin/hilbijartinê bi awayekî sîstematîk hatine binpêkirin û got: “Li gorî daneyên Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD’ê, 335 jê rewşa wan giran bi giştî herî kêm hezar û 412 girtiyên nexweş hene û ji mafê xwe yê tenduristiyê bêpar in. Ji bo ev krîz were çareserkirin, divê qanûna înfazê li gorî standartên mafên mirovan ên gerdûnî were sererastkirin. Divê ATK jî ne meqama biryarê ya diyarker be.”    ‘MAFÊ JIYANÊ YÊ 421 JINAN HATE BINPÊKIRIN’    Yilmaz, got ku ji destpêka sala 2025’an heta niha herî kêm mafê jiyanê yê 421 jinan hatiye binpêkirin û got: “Ji bo pêşîlêgirtina van binpêkirinan û wekheviya zayendî, divê biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê paşve were kişandin û qanûna hejmar 6284’ê bi awayekî bandor bê bikaranîn. Li hêla din, weke parastvanên mafên mirovan, em careke din dixwazin ku meseleya Kurd ku yek ji şertên sereke ya parastina mafên zarokan e tavilê bê çareserkirin.”    Yilmaz, axaftina xwe wiha qedand: “Bi boneya vê daxuyaniya 10’ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan em careke din hemû kesên di têkoşîna mafên mirovan, aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin.”    Daxuyanî, bi çepikan bi dawî bû.