Nêçîrvan Barzanî: Avakirina aştiyê dê bandorê li tevahiya herêmê bike 2025-12-06 15:55:13 STENBOL - Nêçîrvan Barzanî ji “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” re peyamek şand û got: “Avakirina aştiyê ya li Tirkiyeyê dê bandorê li tevahiya herêmê bike.”                                                      Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya li Bakirkoy a Stenbolê “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” li dar dixe. Rûniştina yekemîn, piştî axaftina destpêkê û axaftinên nûnerên YNK û PDK’ê temam bû. Piştre jî rûniştina duyemîn hat lidarxistin.                           Di destpêka rûniştina duyemîn a konferansê de peyama Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hat xwendin. Berdevkê Herêmê Dilshad Shahab peyam xwend.                           Peyama Nêçîrvan Barzanî wiha ye: “Nêrîna herêma Kurdistanê, aştiyê armanc dike. Ev ne tenê ji bo bêdengkirina çekan nîne, li gorî me bi lihevkirineke ser bingeha hevqebûlkirinê dibe. Em dizanin ku tu dawiyeke tundiyê nîne. Lê em dibînin ku niha ji bo aştiyê deriyek hatiye vekirin. Tirkiye, cîran û welatekî girîng e. Avakirina aştiya li vê derê dê bandorê li tevahiya herêmê bike. Aştî û aramiya Tirkiyeyê dê bandorê li gelek tiştan bike. Parme bi her awayî piştgirî da aştiyê. Em dibêjin ku guftûgo dê destkeftiyên mezin bi xwe re bîne. Herêma Kurdistanê amade ye ku ji bo cîbicîkirina aramî û aştiyê rola xwe bilîze. Dibe ku astengî hebin lê divê aştî neyê astengkirin. Çiqas berdewam dike bile bike, girîng e ku bidome. Ez spasiya her du aliyan dikim ku rewşekî aştiyane ava kirine. Em Serok Ocalan pîroz dikin. Ji ber ku ji bo cîbicîkirina aştiyê ew kelecan nîşan dane, ji ber ku ji bo pêkvejiyanê ew îrade nîşan daye. Em dizanin ku pêşeroj dê li ser aştiyê were avakirin.”