DAIŞ dîsa li Sûriyeyê di nava livûtevgerê de ye 2025-12-06 11:25:12 NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên Tirkiyeyê yên li ser Sûriyeyê û desthilatdariya wê ya li ser Şamê DAIŞ'ê xurt dike. Tê gotin ku rêveberên DAIŞ'ê bi rêya Urdun û Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê dibin û civînan li dar dixin û di heman demê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî girtîgehên ku endamên DAIŞ'ê tê de ne, êrişên hevdem tên plankirin.   Operasyona ku Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) di 8'ê Kanûna 2024'an de gihîşt Şamê û rejîma Esed hilweşand, salvegera xwe ya yekem temam kir. Guhertina desthilatdariyê û aloziya berdewam li Sûriyeyê bandorê li dînamîkên siyasî yên herêmê dike û di heman demê de tê dîtin ku DAIŞ ku berê qels bûbû, ji nû ve wekî daxilî nav aktören li qadê bûye. Bandora Tirkiyeyê li herêmê bi rêya hêmanên SMO ya girêdayî rêveberiya Şamê berdewam dike û ev yek hîn jî dirûv dide hevsengiyên herêmî. Di demeke wiha de ku nîqaş li ser celebê rejîma Sûriyeyê, temsîlkirina cudahiyan û şêweyê hikûmetê berdewam dikin, rêveberiya demkî ya di bin serokatiya Ahmed el-Şara de israra li ser yekîtî û navendîbûnê berdewam dike. Li gorî agahiyên ji qadê, êrişên potansiyel ên li ser girtîgehên ku endamên DAIŞ'ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê digirin û planên berdana wan jî tên şopandin. Li gorî agahiyan, rêveberiya Şamê û Tirkiye bi rêya DAIŞ'ê planan pêş dixin.   JI BO DAIŞ'IYAN HEVKARÎ!   Li gorî agahiyan, li dijî girtîgehên ku endamên DAIŞ'ê lê ne li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, operasyonên hevdem tên plankirin. Tê gotin ku di çarçoveya operasyonê de amadekariyên berdana endamên DAIŞ'ê tên kirin û her wiha tê îdiakirin ku hikûmeta Şamê jî dê di êrişê de rolekê bilîze. Her wiha tê diyarkirin ku êriş tenê bi berdana endamên DAIŞ'ê yên di girtîgehan de sînordar nabe û dibe ku êrişên derve yên hevdem li dijî herêmên wekî Heseke, Reqa, Tebqa û Qamîşloyê jî werin kirin.   MÎT ÎSTIXBARATÊ KOM DIKE   Rewşa li qadê nîşan dide ku xebatên MÎT'ê zêde dibin. Di demeke wiha de ku MÎT operasyonên xwe yên îstîxbaratî li ser hemû girtîgehên li herêma Rêveberiya Xweser didomîne, îhtîmala êrişên li ser van girtîgehan zêde dibe. Li gorî agahiyên ji qadê, li girtîgehan livûtevgerek heye û tê destnîşankirin ku ev tevger bi hevrêziya derve tê kirin.   LIVÛTEVGERA LI ÇOLA SÛRIYEYÊ   Li gorî agahiyan, planên lawazkirina hêzên HSD'ê li eniya El-Xenîm Elî ya li çola Sûriyeyê leztir dibin. Di vê çarçoveyê de, komên li derve bicîh bûne û hêmanên DAIŞ'ê di nav avaniyên paramîlîter de tên bicihkirin. Di civînên li çola Sûriyeyê de tên lidarxistin, plan tê kirin ka ev kom dê çawa xwe li eniyên pêş li dijî HSD'ê bicîh bikin û çawa hebûna xwe veşêrin. Wekî din, tê diyarkirin ku êriş li ser hin eniyên şer tên kirin û berfirehkirina xeta pêşîn bi tevahî tê hedefgirtin û qadên petrolê yên li Sêgoşeya El-Resafa û Çiyayê El-Beşariye ji bo piştgiriya çekan tên bikaranîn.   Tê gotin ku serokên komên selefî ji bo hevkariyê bi hikûmeta Şamê re civînek li dar xistine û hin rêveberên DAIŞ'ê ji bo vê armancê bi rêya Urdun û Tirkiyeyê çûne Sûriyeyê. Helwesta Ahmed el-Şara ya li dijî DAIŞ'ê piştî serdana wî ya DYA'yê û îhtîmala jiholêrakirina serokên wê, lêgerîna DAIŞ'ê zêdetir kir.   ENCAM   Ev hemû pêşketin hebûna têkiliyên di navbera Tirkiye, DAIŞ û hêzên HTŞ nîşan didin. Armanca vê hevkariyê berdana endamên DAIŞ'ê yên di girtîgehan de û avakirina kontrola stratejîk li ser hin herêman e. Lêbelê, gelo ev înîsiyatîf dê ji hêla aktorên navneteweyî û hêzên ku hevsengiya li herêmê diparêzin ve were pejirandin yan na; ev ne diyar e. Tê payîn ku ev hevkarî bi bertekên dîplomatîk û leşkerî yên cidî re rû bi rû bimîne. Ji ber vê yekê, her çend tê texmînkirin ku hevrêziya di navbera Tirkiye, DAIŞ û HTŞ'ê de demkurt be û dê encamên cidî yên demdirêj bidin der jî, ew niha astengiyek li pêşiya derketina pergaleke ji bo berjewendiyên gel e.    MA / Erdogan Altan