Ji doza ku wekî sedema tayinkirina qeyûm hat nîşandan beraet kir: Divê şaredarî bên vegerandin 2025-12-06 09:27:04 WAN - Hevşaredarê Şaredariya Miksê Ayvaz Hazir ku ji tişta pê dihat tawanbarkirin beraet kir, bal kişand ser qeyûmê tayinî şûna wî hatiye kirin û got ku demildest divê vîna geş vegere ser kar.  Bi bi îdiaya "bêyî endamê rêxistinê be li ser navê rêxistinê" doz li Hevşaredarê Miks a Wanê Eyvaz Hazir hatibû vekirin û ji ber vê qeyûm tayinî şûna wî hatibû kirin. Di darizandina di çarçoveya dozê de, Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Wanê, 3 sal û mehek ceza li Hazir birî.    Piştî vê Hazir dosyeyê ji Dadgeha Îstinafê ya Wanê re şand. Daîreya Ceza ya 2'yemîn a dadgeha Îstinafê ya Wanê, jinûve ber bi hukmê ve çû û biryara beraeta Hazir da.    Hazir ku biryarê nirxand, got: "Demildest divê hemû şaredariyên vîna wan hatine xespkirin bên îdaekirin û hevşaredar vegerin ser karên xwe."    Hazir diyar kir ku dosyeya tê de biryara beraetê hatiye dayîn, piştî bûye hevşaredar careke din deretiye pêşiya wî û wekî sedema tayinkirina qeyûm hatiye nîşandan. Hazir got: "Nêzî 10 sal berê, ez li Şaredariya Miksê, di buroya çapemeniyê de xebitîm. Wê salê li wir daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn. Şaredar, kesên hilbijartî, endamên meclisa şaredariyê û gelek kesên din beşdarî daxuyaniyê bûbûn. Ez jî li wir, ji bo dîmenan bigirim amade bûm. Ez li wir, wekî xebatkarekî cemaweriyê li ser talîmata şaredar amade bûm. Ji ber vê ji sala 2015'an ve Wezareta Karên Navxweyî der barê me de doz vekir. Me ji vê dosyeyê beraet kiribû. Lê piştî hilbijartinên heêrmî yên 2024'an ez wekî hevşaredarê Miksê hatim hilbijartin. Piştî ez hatim hilbijartin, bi biryareke siyasî 3 sal û mehek cezayê girtîgehê li min hat birîn û tavilê qeyûm tayinî şûna min hat kirin. Ev biryar bi tu awayî ne hiqûqî bû, biryareke siyasî bû."    ‘DIVÊ QEYÛM BÊN KIŞANDIN'   Hazir destnîşan kir ku divê şaredarî bên îadekirin û demildest qeyûm ji şaredariyan derkevin û got: "Em dixwazin ev bêhiqûqîtî bi dawî bibe û em vegerin ser karê xwe. Her wiha divê hemû şaredariyên vîna wan hatine xespkirin bên îdaekirin û hevşaredar vegerin ser karên xwe."     MA / Bîlal Babat