Li Dêrsimê li dijî fihûşê daketin qadan 2025-12-05 16:07:02 DÊRSIM – Li Dêrsîmê di daxuyaniya li dijî fihûşê hat dayîn de hat diyakirin ku jin di hedefa polîtîkayên şerê taybet de ye û kesê navê wan derbas dibin divê bên cezakirin û banga berpirsyariyê li her kesî hat kirin.   Platgforma Jinan a Dêrsîmê û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsîmê li dijî tora fuhuşê ya li bajar li Kolana Hunerê bi tevlibûna sedan kesî hatin gel hev û berbi Qada Sûka Binê Erdê meş pêk anîn. Dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ hatin berzkirin û pankarta "ji çete, fihûşê re na" hat vekirin.   Nûnera KESK Haber-Sen a Dêrsîmê Songul Yildiz axivî û da zanîn ku Tirkiye di bazirganiya hişbirê ya navneteweyî de bûye welatê  transfer û got: “Ciwanên hêviya wan ya pêşerojê tuneye koçî Ewropayê dikin, întîxar dikin an jî dikevin nav lepê hişbirê.”   Songul Yildizê destnîşan kir ku bi şerê ku bis alane tê meşandin polîtîka şerê taybet jî tê meşandin û bi vê polîtîkayên ciwan û bi taybet jî jin hedef tên girtin û got: “Aborî û siyaesta li welat bandorek mezin li ser jinan dike. Jin ji ber xizanî, neçariyê mahkumê bêhêvitiyê dibin. Li bajarê me jî jin li dijÎ aboriyê û zextên civakî têdikoşin. Krîza aborî ya ku her diçe giran dibe jinan dike hedefa çeteyan. Çete nava civakê de hebûna xwe didomîne. Bi soza kar jinan dixin nava fuhuşê. Bi taybet jinên ciwan yên zanîngehê rastî tacîz û destdirêjiyê tên. Li Dêrsîmê jin ji aliyê çeteyan ve berbi fuhuşê ve diçin. Em ban gli hemû rayedaran dikin. Kesên navê wan di vê tora fuhuşê de derbas dibe divê demildest  bên cezakirin. Em bang li hemû jinan dikin. Em li dijî vê ligel hev têbikoşin û vê tarîtiyê belav bikin.”   Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.