Jinên Licê bertek nîşanî 'çeteya' fihûşê dan: Divê her kes serî rake 2025-12-05 09:07:35 AMED - Jinan li hember şebekeya fihûşê ya li Licê hat eşkerekirin bertek nîşan dan û diyar kirin ku fihûş ji aliyê dewletê ve tê kirin û gotin: "Divê jin bi bertekên xwe û meşên xwe cîhanê bihejînin." Ajansa me (MA) şebekeyeke fihûşê ku li navçeya Licê ya Amed ji aliyê komekê ve hatibû avakirin eşkere kir. Piştî nûçeyên me, rêxistinên jinan li herêmê lêkolîn û lêpirsîn kirin. Tevgera Jinên Azad (TJA) û rêxistina navçeyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî dest bi xebatê kirine. Xebatên ku li navenda navçeyê li dijî fihûş, bazirganiya tiryakê û polîtîkayên şerê taybet hatine destpêkirin, di rojên pêş de li gundan jî dê berdewam bikin.   Jinan li dijî polîtîkayên şerê taybet ên li navçeyê tên meşandin bertek nîşan dan.   Fatma Gulen (40) diyar kir ku tiştekî wiha xirab cara yekem li Licê qewimiye û got: "Em tiştekî wisa bi tu awayî qebûl nakin. Ger îro li vir rê li ber tiryakê bigirtana, dê fihûş jî tunebûya. Ger îro fihûş hebe, sibê wê ya xerabtir çêbe. Em, jin, dixwazin bi azadî bigerin. Em dixwazin zarokên me karibin li kolanan bi azadî bigerin. Keça min diçe dibistanê û ez pir ditirsim. Ji ber ku derve pir xeternak e. Em tiştê ku diqewime şermezar dikin. Divê tevahiya gel li dijî vê yekê rabe û divê ev kes werin tespîtkirin û cezakirin. Me her tişt dîtiye, tevî şewitandina gundan, lê ev cara yekem e ku em tiştekî wisa dibînin. Em dizanin ku dewlet bi zanebûnî vê yekê li Kurdan dike."   ‘DIVÊ JIN BIBIN YEK'   Hurî Bîçerê diyar kir ku divê xelkê Licê tiştekî wisa qebûl neke û got: "Divê jin bibin yek da ku tiştên wisa bi serê wan neyên. Divê kesên ku vê yekê bi jinan dikin cezayê hepsa heta hetayê li wan bê birîn. Divê jin û mêr li dijî vê pirsgirêkê bibin yek û li dijî wê têbikoşin."   Fayîka Sevenê got: "Bi van polîtîkayan mirov kirine sîxur. Ên vê dikin dewlet û mîtên wê ne. Divê her kes bertek nîşanî vê yekê bide, meşan li dar bixe û li dijî vê rewşê nerazîbûnê nîşan bide. Ji bilî yekîtîyê çareseriyeke din tune."   Nedret Maltaşê got: "Armanca dewletê ew e ku xelkê Licê ji hin tiştan dûr bixe û wan tevlî tiştên wiha qirêj bike. Divê jin vê rewşê qebûl nekin, divê li dijî wê rabin. Divê jin bi bertek û meşên xwe cîhanê bihejînin. Jinên ku daxilî vê hatine kirin divê netirsin û hemû derî ji wan re vekirî ne. Gel li pişta wan e."   Kibar Dumanê ku diyar kir ku jinên ku daxilî nava fihûşê hatine kirin divê xwe li cem xelkê Licê bigirin û got ku dema wê ev bihîstiye şaş maye.   MA / Heval Onkol