Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome 2025-10-19 15:00:53 ENQERE - Di rewşa rojnameger Huseyîn Aykol ku du caran xwîn çûbû ser mejiyê wî û hatibû entubekirin, tu guhertin nînin.    Rojnameger-nivîskar Huseyîn Aykol di 14’ê Cotmehê de dema li mala xwe, xwîn çû ser mejiyê wî û rakirin nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê careke din xwîn çû ser mejiyê wî û niha li beşa çavdêriy awarte tedawiya wî didome. Aykol ku ji 14’ê Cotmehê heta niha di beşa çavdêriya awarte ya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sîncanê tê ragirtin, heta niha du caran hatiye emeliyatkirin. Bijîşkên Aykol, der heqê rewşa dawî agahî dan.    Bijîşkan, da zanîn ku hêj hişê Aykol girtî ye û rewşa wî wekî xwe ye. Bijîşkan da zanîn ku heta Aykol tê ser hişê xwe û bi wî re têkildarî tê danîn dê rewşa wî ya entubeyê bidome. Bijîşkan got ku xetereya li ser jiyana Aykol didome.