'Divê her kes li dijî polîtîkayên şerê taybet dengê xwe bilind bike’ 2025-10-19 11:37:31 ŞIRNEX - Jinên tev li nobeta li dijî betalkirina cezayê hefsê yê Burak Ercan ê li Cizîrê xwendekar tacîz kiribû hatiye destpêkirin, diyar kirin ku jin û zarok bi polîtîkayên şerê taybet hedef tên girtin û gotin: “Divê her kes li dijî polîtîkayên şerê taybet dengê xwe derxîne.”     Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Şirnexê, li dijî betalkirina cezayê hefsê yê Burk Ercan ku li Cizîrê tacîza zayendî li gelek xwendekaran kiribû, çalakiya “Nobeta Edaletê” da destpêkirin. Nobeta ku li Kolana Hunerê hatiye destpêkirin, dê heta roja 20’ê Mijdarê ku dê danişîna Burak Ercan were lidarxistin, di her roja şemiyê de bidome. Di heman demê de dê bi meş, daxuyanî û çalakiyên cur bi cur raya giştî bê birêxistinkirin. Jinên ku duh tev li hefteya ewil a nobetê bûn, têkildarî “şerê taybet”, tacîza zayendî û necezakirina faîlan axivîn.    'HEWCEYE KESEK LI DIJÎ SÛCAN BÊDENG NEMÎNE’      Ji aktîvîstên TJA’yê Makbûle Demîr ku piştgiriyê dide nobetê, got: “Divê gelê me piştgiriyê bide dengê Egîtîm Senê ku naxwaze ser tacîzê were girtin. Zarokên hatin îstîsmarkirin, yên rastî tacîzê hatin zarokên me ne. Ew zarok pêşeroja me ne. Dema em wan dişînin dibistanan ditirsin. Rojîn Kabaîş, Gulistan Doku û hêj gelekên din. Ev ne bûyerên jirêzê ne, encama polîtîkayeke sîstematîk e. Divê her kes li dijî vê baldar be. Divê kesek li hemberî sûcên li dijî zarokan bêdeng nemînin. Hêzên ewlekariyê çalakiyên ji bo sûcên li dijî zarokan tê kirin, asteng dikin. Mertalên danin pêşiya me ji bo parastina zarokên me nayên bikaranîn. Li şûna me asteng bikin, bila faîlên tacîzê asteng bikin.”    'DIVÊ EM XWE BIRÊXISTIN BIKIN’     Berdevka TJA’yê ya Şirnexê Nafiye Geçgel jî bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê û got: “Polîtîkayeke şerê taybet a qirêjî tê meşandin. Jin û zarokan hedef digirin. Dema li dijî tacîzê meşek tê kirin polîs ji bo astengkirinê her tiştekî dikin. Divê her kes li dijî şerê taybet dengê xwe bilind bike. Em van polîtîkayên şerê taybet ên dewletê şermezar dikin. Em ê serî li ber polîtîkayên îstîsmar, tacîz û tecawizê netewînin. Ji gelek aliyan ve şerê taybet dimeşînin. Çavên xwe li tiryak, dizî, fihûşê digirin. Ji bo ku ciwan siyasetê nekin çavên xwe li her tiştekî digirin. Divê em di ferqa vê de bin û rêxistiniya xwe mezin bikin. Divê ciwan li van lîstikan hişyar bin. Xwe li dijî vê birêxistin bikin.”    BANGA TEVLIBÛNA DANIŞÎNÊ     Hevşaredara Cizîrê Guler Tunç Yerbasan jî bi bîr xist ku dê danişîna faîlê tacîzê Burak Ercan di 20’ê Mijdarê de bê lidarxistin û got: “Ev bû 6 sal faîl nehatiye cezakirin. Beriya niha ji bo pêşiya bertekan bigirin cezayekî biçûk dan lê ew jî betal kirin. Çima? Kî Burak Ercan diparêze? Ev 6 sal in em van pirsan dikin. Egîtîm Sen jî ji bo bersiva van pirsan dest bi Nobeta Edaletê kir. Heke li dijî tacîz, tecawiz û îstîsmarê bêdengî çêbibe dê hêj zêdetir bibin. Polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê her ku diçe kûrtir dibin. Li dijî zarok û jinan di meriyetê de y.e Divê her kes bi hev re bertekê nîşan bide. Bi vî awayî dikare encam were girtin. Em dixwazin her kes tev li danişîna di 20'ê Mijdarê de de bibe. Heta ku cezayê faîl heq dike lê tê birîn dê têkoşîna me bidome.”    'DIVÊ JIN BÊDENG NEMÎNIN’     Hevseroka DBP’a Cizîrê Aynûr Elçîoglû jî anî ziman ku yasa ne zarokan lê faîlan diparêzin û axaftin xwe wiha qedand: “Polîtîkayên şerê taybet ên qirêjî di meriyetê de ne. Ciwanan ber bi çirava fihûş û tiryakê ve kaş dikin. Divê her kes li dijî vê hişyar be. Pergal, zarokên me naparêze. Faîlên Rojbîn Kabaîşê bi zanebûn nayên dîtin û tên parastin. Gulistan Doku li ku derê ye? Faîlê hemû jinan dewlet e. Polîtîkayên necezakirinê cisaretê didin faîlan. Divê jin li dijî vê bêdeng nemînin. Hewceye yasa biguherin û cezayê heq dikin bidin faîlan. Heta faîl tên dîtin û cezakirin dê têkoşîna me bidome.”    MA / Emrullah Acar