ROJEVA 19’Ê COTMEHA 2025’AN 2025-10-19 09:00:00   * Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtinên berê yên bi parêzer û şandeyê re de kesên pirsgirêka Kurd bi peyva “terorê” pênase dikir rexne dikir û got: “Em muzakereyan bikin, guftûgoyê bikin, kî terorîst e kî nîne em tevekan nîqaş bikin.”    * Ji destpêka salên komarê heta niha polîtîkayên bişaftinê herî zêde li dijî zimanê Kurdî hatin meşandin. Di çarçoveya polîtîkayên bişaftinê de li Agiriyê ji 576 gundan navên 379’an hatin guherandin.    * Xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê pirsa “Dîmenê hevalê telefona Rojînê dîtî heye lê çima dîmenê telefon daniye wir tune ye?” kirin û gotin ku heta bûyer ronî dibe dê têkoşîna xwe bidomînin.    * Ahmet Tuzun ê DEM Partiyî banga tevlibûna mitînga li Qada Esenyurtê kir û got ku dê li dijî sepanên bêhiqûqî dengê xwe bilind bikin.    * Her sal li Wanê tê ragihandin ku bi milyonan şitil hatine danîn lêbelê piraniya qadên “daristanên bîranînê” bêdar in. Li cihên tê gotin şitil hatine danîn jî tu şitil xuya nakin.    * Rêveberên Wan TUHAY-DER’ê diyar kirin ku girtî û malbatên wan li benda gavên şênber in û ji bo pêvajo bi awayekî tendurist bimeşe jî weke gava ewil dikare “mafê hêviyê” yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê cîbicîkirin.    * Jinên tev li nobeta li dijî betalkirina cezayê hefsê yê Burak Ercan ê li Cizîrê xwendekar tacîz kiribû hatiye destpêkirin, diyar kirin ku jin û zarok bi polîtîkayên şerê taybet hedef tên girtin û gotin: “Divê her kes li dijî polîtîkayên şerê taybet dengê xwe derxîne.”    * Cemîl Îvrendî ku li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê tê ragirtin, 31 sal in di girtîgehê de ye û heta niha tehliyeya wî 3 caran hatiye taloqkirin, got: “Li bendê ne ku di girtîgehê de bimirim. Kesek berpirsyartiyê li xwe nagire.”    * Rewşa rojnameger Huseyîn Aykol ku xwîn çûye ser mejiyê wî dê were şopandin.    * Konferansa Dayikên Aştiyê ya li Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê dê di roja duyemîn de bidome. (10.00)   * 9’emîn Fuara Pirtûkan a Amedê dê di roja duyemînd e bidome. (10.00-19.00)   * Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan dê biçin serdana siyasetmedar Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş. (10-14.00) ZINDÎ   * OHD û MATUHAYDER dê têkildarî astengkirina tehliyeyên girtiyan li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê daxuyaniyê bidin. (14.00)