Talankirina daran a li Dorşînê di rojeva Meclisê de ye 2025-10-15 15:23:12   AMED - Wekîlê DEM Partiyê Serhat Eren talankirina daran a li quntarê Çiyayê Dorşînê xist rojeva Meclisê û xwest pêşiya vê qirkirinê bê girtin.    Wekîlê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren, qirkirina daran a li quntarê Çiyayê Dorşînê yê navçeya Pasûrê ya Amedê xist rojeva Meclisê.    Eren, pêşniyarpirsek pêşkeşî Meclisê kir û xwest Wezîrê Çandinî û Daristanan Îbrahîm Yumakli bibersivîne. Eren, da zanîn ku li herêmê dar bêyî destûr û bi qaçaxî tên birîn. Eren, di pêşniyarpirsê de got ku gelek dar li dora gundê Eskarê tên birîn, darên tên birîn bi kamyonan tên veguhestin, daristan tê texrîbkirin, hevsengiya ekosîstemê ya li herêmê tê xerakirin, zirarê didin çavkaniyên avê, çêregeh, fauna-floraya herêmê û gefeke mezin li ser debara gel heye. Eren, xwest ku ev mijar bê lêkolînkirin, mekanîzmayên venêrînê bikevin dewrê, zirara hatiye kirin bê telafîkirin û der heqê kiriyaran de lêpirsîn were destpêkirin.    Eren, xwest Yumakli van pirsan bibersivîne:    “*Heta niha çend îxbar ji bo wezareta we hatine kirin ku du sal in li Eskarê û derdora wê bi awayekî qaçax dar tên birîn? Di venêrînên li ser van îxbaran de çi tespît hatine kirin?    *Di salên 2024 û 2025’ê de li derdora gundê Eskarê çend venêrînên biplan û j nişka ve hatine kirin? Gelo di van venêrînan de girtek hatine girtin an jî kirariyên edlî û îdarî hatine destpêkirin an na?    *Di navbera salên 2020-2025’an de li seranserî Amedê çend bûyerên birîna daran a bêdestûr hatine jiyîn, li gorî cureyê daran çiqas hatine birîn?    * Di heman serdemê de bi giştî çiqas cezayê pereyê îdarî hatiye birîn? Ev ceza li gorî kîjan xalên qanûnan hatiye birîn?    *Li Midûriyeta Daristanan a Amedê de çend memûr û endezyarên parastina daristanan hene? Gelo xebatkar û ekîpmana teknîk ji bo parastina qada darastina bajar têr dike?    * Di sala 2025’an de li Amedê ji bo pêşîlêgirtina texrîbkirina daristanan çend planên taybet hatine amadekirin? Heke hebin hedefên wan ên esasî çi ne û salnameya wê çi ye?    *Ji bo çandina daran a li gundê Eskarê û derdora wê budçe û plansaziyek hatiye amadekirin an na?    * Ji bo tespîtkirina birîna daran a bi qaçaxî, tu perageleke dîmenên peykê, drone, îxbarên welatiyan lê hatine entegrekirin hene yan na?    *Di nava du salan de ji bo maden, rê yan jî projeyên enerjiyê ku dikarin bandorê li ser daristanên Amedê bikin, çi nirxandina ‘bandora kumulatîf’ hatiye kirin an na? Di encama van nirxandinan de çend proje hatine redkirin an jî revîzekirin?”