Rojnameger Salaz li ser gora xwe hate bibîranîn 2025-10-14 16:10:40   WAN - Rojnameger Necmettîn Salaz di salvegera 2’emîn a wefata xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn.    Rojnameger Necmettîn Salaz ku di 14’ê Cotmeha 2023’yan de li bajarê Silêmaniye yê Herêma Federe ya Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabû, di sala 2’yemîn a wefata xwe de ji hêla Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) ve li ser gora xwe ya li Goristana Akkopru ya navçeya Tûşbayê ya Wanê hat bibîranîn. Malbata rojnameger Salaz, Platforma Saziyên Demokratîk û gelek kes tev li bîranînê bûn.    ‘DÊ TÊKOŞÎNA WÎ BIDOMÎNIN’   Bîranîn, bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî li ser navê DFG’ê Bazîd Evren axivî û got ku Salaz şopa xwe di têkoşîna heqîqetê ya dîroka çapemeniya azad de hiştiye. Evren, got: “Têkoşîna gelê Kurd bi xwe re şexsiyetên pir biqedir afirand ku yek ji wan jî mamoste Necmettîn Salaz e. Tevî hemû zehmetiyan jî bû kesayetekî mînak. Şoreşger bû, rojnameger û nivîskar bû. Demên zehmet jiya lê tu caran dev ji nivîsandina heqîqetê berneda. Ji me re mîrateyeke pir biqîmet hişt. Em ê têkoşîna wî bidin jiyîn û bidomînin.”    Hevserokê DBP’a Wanê Cemal Demîr jî Salaz bi bîr anî û got ku rojnamegr rastiyê di tariyê de nahêlin lewma her tim dibin hedef.    'ÇÛNA EWROPAYÊ RED KIR’   Birayê Salaz, Kadîr Salaz jî ji ewil têkoşîna Salaz vegot û got: “Necmettîn li Wanê di têkoşîna şoreşgerî de di gelek saziyan de xebitî. Di girtîgeha Amedê de siyaseta Kurd nas kir û ew têkoşîn bi wan re domand. Piştre çû Helebçeyê û ji wir gelek hez kir. Li wir nexweş bû. Çûna Ewropayê red kir. Beriya mirina xwe gotibû; ‘Bila bihûşta hemû olên pîroz a we be. Ji bo min 2 metrekareyên li goristana Akkopru ya Wanê bes in.’ Bi rêzdarî bi bîr tînim.”    Di merasîma bîranînê de herî dawî beşdaran qurnefîl danîn ser gora Salaz.