Di çanda Kurdî de gefa ‘modayê’: Kiras û fîstan ji eslê xwe tên dûrxistin 2025-09-15 10:44:42 ŞIRNEX -  Ji berê heta niha kiras û fistan yek ji sembolên çanda Kurdan bû û niha di çarçoveya moda û bazirganiyê ji cewhera xwe tên qutkirin. Şehrîban Ozdemîr ku her tim kiras û fîstanan li xwe dike, got: “Em bi fîstanê xwe hebûn ji ber ku nasnameya me bû. Lê niha ev çand tê tunekirin.”   Çanda kiras û fîstan a li Kurdistanê bi gefa bişaftina çandî ya di bin navê modayê de tê kirin re rû bi rû ye. Ji cil û bergên lixwekirinê zêdetir, kiras û fîstan veguherîne sembola berxwedana jinên Kurd, ked û bîra civakê. Ji rengên xwe heta her hûrgiliyê, çîrok û nasnameyekê di xwe de dihewîne. Lêbelê fîstanên di roja me de pêşkeşî piyasayê tên kirin, êdî ji eslê xwe hatine dûrxistin, yektîp û li gorî modayê tên çêkirin. Di salên dawî de bi taybet jî di dawetan de, di cejn û çalakiyên civakî de tê dîtin ku kiras û fîstan pir zêde ji eslê xwe hatine dûrxistin. Li şûna qumaşê kevneşop, qumaşên sentetîk girtiye. Vê jî nexşên resen û keda destan hema hema tune kiriye. Xerabûna aliyê çandî, dike ku nifşên nû ji çanda xwe biyanî bijîn. Ev yek jî weke mudaxileyeke plankirî ya li dijî çanda Kurdî tê nirxandin.    Şehrîban Ozdemîr ku bi sala ye kiras û fîstanan li xwe dike û êdî kiras û fîstan bûne parçeyeke jiyana wê, bal kişand ser bandora cilûbergên çandî ya li ser nasnameya neteweyî.      DI BIN NAVÊ ‘MODA’YÊ DE MUDAXILEYÎ ÇANDÊ TÊ KIRIN    Şehrîban Ozdemîrê got ku kiras û fîstan ne tenê cil û berg in lê di heman demê de nasname ye û got: “Fîstanên me ji rengên zer, spî û kesk pêk dihatin. Di nava jiyana rojane de jî me li xwe dikirin. Li geştê, di dawetan de û li her derê me li xwe dikir. Di demên berê de me kofiyên xwe dixistin serê xwe û şûtikên xwe dixistin pişta xwe. Gelek caran reng an jî şêweyê dirûnê, nîşan dida ka tu ji kîjan eşîrêyî yan jî ji kîjan herêmê yî. Ev cil û berg ne tenê cil û berg bûn, di heman demê de nasnameya me vedigot. Lê nifşên nû fîstanan li xwe nakin. Lê fîstanên xwe me bi xwe di dirû û bi serfirazî li xwe dikir. Niha bi dirûvanan didin dirûtin û ji şêweyê wê heta rengê wê mudaxileyî her tiştekî dikin. Xweşikiya dema berê, resenatiya wê û wateya wê hema hema winda bûye. Her kesî bi çanda me ya fîstanan dizanî. Em bi fîstanên xwe hebûn ji ber ku nasnameya me bû. Lê niha hewl didin vê çandê tune bikin.”    Bi domdarî Şehrîban Ozdemîrê got ku ji bo ev çande tune nebe divê têkoşîn hebe û wiha pê de çû: “Berpirsyartiya me ye ku em vê çandê biparêzin û derbasî nifşên nû bikin. Roja xwe nas dikim heta niha fîstanan li xwe dikim. Dema li xwe nekim xwe gelek nebaş hîs dikim û weke ku cilên li ser min ne yên min bim, hîs dikim. Wê demê tiştekî ne aydê xwe çima li xwe dikim? Dema berê her kesekî fîstan li xwe dikir, ev tiştekî pir asayî bû. Lê niha kesên fîstanan li xwe dikin bi çavekî cuda lê dinerin ku ev jî veguherîna me ya çandî nîşan dide. Fîstan veguherandin amûrekî bazirganiyê û di bin navê modayê de çanda fîstanê tune dikin.”    JI ESLÊ XWE DÛR DIXIN    Berat Findik ku hem kiras û fîtanan didirû hem jî difiroşe jî got ku mudaxileyeke mezin li dijî fîstanan heye. Findik, mînakên vê mudaxileyê da û wiha domand: “Weke mînak, di demên berê de di fîstanan de milên kurt, milên nîv an jî pelerîn nebûn, ev tevek piştre derketin. Lewendiyên vekirî nebûn. Her wiha berê kesekî fîstan kirê nedikir. Li her malê her jinê fîstanê xwe hebû, bi hûr û kûr hatibû çêkirin. Lê niha fîstan bûye amûra bazirganiyê û modayê. Fîstanên berê xwerû bûn û biwate bûn. Nexş û qumaşê wan resen bûn. Lê niha dirûvan şîroveya xwe lê zêde dikin. Mixabin eleqeya ji bo fîstanên berê kêm bûye. Niha tenê di dawetan de li xwe dikin. Ji ber van mudaxileyan, ji eslê xwe hatiye dûrxistin. Ji ber ku feraseta modayê tiştên zêde xemilandî, bi kevir û tiştên biha ye, di nava jiyana rojane de li xwe nakin. Di demên berê de fîstan ewqas nedihatin xemilandin û tiştên biha li ser nebûn. Jinan bi rehetî li xwe dikirin. Niha di bin navê modayê de pir biha kirin û ji eslê xwe dûrxistin. Jin nikarin bikirin lewma di jiyana rojane de li xwe nakin. Bi vê yekê re ev çand gav bi gav tê tunekirin. Erê rast e niha hêj di dawetan de li xwe dikin lê tu eleqeya van fîstanan bi fîstanên berê re nîne. Ev yek, bişaftina çandî ye.”    MA / Zeynep Durgut