ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2025'AN 2025-09-10 09:00:11   * Îsal 30 hezar kes hilkişiyan Çiyayê Gilîdaxê ku her sal ji Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê bi deh hezaran turîstên xwecihî û biyanî serdana wê dikin.    * Rojnamevan Tûgçe Tatarî diyar kir ku çapemenî di pêşveçûna erênî ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de roleke girîng dilîze û got: "Divê em li dijî zimanê vederkirinê, zimanê aştiyê û rojnamevaniyê ava bikin."   * Siyasetmedarê girtî Nazmî Gur diyar kir ku dermanê her cure tundûtûjî, dejenrebûn û rizîbûnê demokrasî, hiqûq û aştî ye û got: "Biratîbûn tenê bi zindîhiştina hiqûqa biratiyê pêkan e."   * Rêvebera ARÎ-DER'ê Leyla Kaymazê ragihand ku qeydên kursên zimanê Kurdî dê di 20'ê Îlonê de bi dawî bibin û banga serlêdanê kir.   * Saziya Venêrînê ya Cemaweriyê daxwaza mafê hevdîtina telefonê ya girtî Eren Erdem red kir û pêşniyaz kir ku ji bo mewzûayta têkildarî bixebite divê serî li Wezareta Dadê bê dayîn.    * Kesên li li Herêma Bestayê ya Şirnexê tev li nobeta li dijî talankirina xwezayê bûn dê daxuyaniyê bidin. (11.00)   * Emîne Erciyes dê li navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê bê bibîranîn. (14.00)