Qebîne dê bi serokatiya Erdogan bicive 2025-09-08 11:03:54   ENQERE - Qebîneya Serokkomariyê dê bi serokatiya Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan bicive.    Qebîneya Serokkomariyê dê li Kulliyeya Serokkomariyê ya li Beştepe ya Enqereyê bi serokatiya Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan bicive. Tê payin ku di civînê de Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û xebatên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê bên nirxandin.    POLÎTÎKAYA DERVE LI SER MASEYÊ    Li gel geşedanên di polîtîkaya derve û herêmê, her wiha tê payin ku geşedanên li Sûriyeyê û rewşa dawî ya li qadê jî were nirxandin. Di heman demê de plana Îsraîlê ya dagirkirina Xezeyê jî yek ji rojevên civînê ye.    DÊ TÊKILDARÎ SERDANA ERDOGAN A ÇÎNÊ AGAHÎ BÊN DAYIN    Erdogan dê ji bo lûtkeya NY’ê biçe New Yorkê û di civînê de her wiha têkiliyên dîplomatîk ên Erdogan dê li DYA’yê bike û serdana Erdogan a Çînê û hwd jî agahî bên dayin.