Zextên li Girtîgeha Dumluyê zêde dibin: Hûn ê aştiyê nebînin 2025-09-05 14:00:14   ENQERE - Girtiyên li Girtîgeha Hejmar 1 a Dumluyê ku di 8’ê Îlonê de li dijî zextan çalakiya greva birçîbûnê li dar xistibûn, anîn ziman ku bi gotinên “Hûn dibêjin qey hûn ê aştiyê bibînin? Hûn ê bimirin û biçin” gef li wan hatiye xwarin. Girtî Serhat Karasu, dema zext û gefxwarin bi malbata xwe re parve dikir, telefon li ser hate qutkirin.    Li Girtîgeha Hejmar 1 a Dumlu ya Erziromê zextên li ser girtiyan her ku diçe zêdetir dibin. Girtiyan, ragihandin ku dê di 8’ê Îlonê de li dijî van zextan dest bi çalakiya greva birçîbûnê bikin. Piştî vê agahdariyê, zextên ser girtiyan jî zêde bûn. Li gorî agahiyên girtiyan û malbatên wan parve kirine, miameleya keyfî ya xebatkarên girtîgehê êdî sîstematîk bûne û mafên girtiyan tên binpêkirin.    Li vê girtîgeha behsa xeberê, mafên çalakiyên civakî û derketina hewşê hatiye astengkirin û bi taybet jî nahêlin girtiyên nexweş bên tedawîkirin. Girtiyên nexweş ên rewşa wan giran ku nikarin bi tena serê xwe bijîn, sewqî ATK’ê nayên kirin û raporên ATK’ê yên der heqê girtiyan de jî malbat dibêjin baweriya wan pê nayê.    'HÛN DIBÊJIN QEY HÛN Ê AŞTIYÊ BIBÎNIN?’    Li gorî agahiyên girtiyan dane, gardiyan gelek caran gefan li wan dixwin û heqaretan lê dikin. Hat zanîn ku gardiyanan gefên weke “Hûn dibêjin qey hûn ê aştiyê bibînin? Hûn ê li vir bimirin û biçin.” li girtiyan xwarine. Hat gotin ku gardiyan bi gotinên weke “Dema hûn me dibînin divê hûn rabin ser pêyan û di pozîsyona amadebûnê de bin” rûmeta girtiyan hedef digirin.    XWARINÊN WAN DIAVÊJIN SERGOYÊ   Girtiyan, da zanîn ku dema derdikevin hewşê xwarinên di destên wan de bi darê zorê jê tên standin û diavêjin sergoyê, dema tiştan ji kantînê dixwazin jî tiştên dîroka wan derbas bûne tên dayin. Her wiha girtiyan got ku nêzî 20 gardiyanan bi komî êrişî wan kiriye û dema derdikevin hewşê jî bi sepana lêgerîna tazî rûmeta girtiyan binpê dikin.    Girtiyan, di hevdîtinên berê de ji malbatên xwe re gotibûn ku sergardiyanê girtîgehê di meha Tîrmehê de bi gotina “Hûn dê bibînin ka ez ê çi bi serê we bînim” gef li wan xwariye û di 26’ê Tebaxê de jî erişî 3 girtiyan kiriye.    TELEFONA GIRTIYÊ BINPÊKIRIN VEDIGOT QUT KIRIN    Ji girtiyan Serhat Karsu ku îro di danê sibehê de li malbata xwe geriya, xwest binpêkirinên heyî vebêje lê telefona wî di saniyeya 50’emîn de hate qutkirin.    'EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN BANGA RÊBERTIYA XWE’    Karsu, got: “Ev demekî dirêj e li girtîgehê bêhiqûqtî hene. Hemû mafên me tên binpêkirin. Di demên dawî de sergardiyan, gardiyanên din jî digire cem xwe û heqaretên giran dike. Êrişî girtiyan dike û gotinên nebaş dike. Gefan li me dixwin. Bila baş were zanîn ku em piştgiriyê didin banga Rêbertiya xwe.”    MA / Firat Can Arslan