Guzel ê piştî 33 salên girtîgehê hate Amedê ji ewil çû serdana gora birayê xwe 2025-08-25 15:13:00 AMED - Denîz Guzel ku piştî 33 salan ji girtîgehê hate berdan, li Amedê bi coş hate pêşwazîkirin. Guzel, ji ewil çû serdana gora birayê xwe.  Denîz Guzel (53) ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Boluyê dihat ragirtin, piştî 33 salan hate berdan û hate bajarê xwe Amedê. Guzel, li warê xwe bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin. Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin re (MEBYA-DER), Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li pêşwazîkirina Guzel bûn.    Guzel, li balafirgehê bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate pêşwazîkirin û kevokên aştiyê hatin firandin. Guzel, piştî pêşwazîkirinê ji ewil çû serdana gora birayê xwe Yavuz Guzel ê li Goristana Yenîkoyê.    ÇI BÛBÛ?    Denîz Guzel (53), di sala 1992’yan de li Çewligê hate girtin. Guzel, li Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê hate darizandin û bi îdiaya “xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebbedê lê hate birîn. Piştî 30 salan diviyabû Guzel bihata berdan lê tehliyeya wî bi biryarên Lijneya Îdare û Çavdêriyê dihat astengkirin.