Xebatkarên rêbejahiyê ku bi dînamîtan xwezayê texrîb dikin: Me serobino kir! 2025-08-23 09:03:13   ŞIRNEX - Dînamîtên ku tîmên girêdayî rêbejahiyê li navçeya Elkê diteqînin, zirarê didin xwezayê. Gotinên wekî "me serobino kir" ên kesên dînamîtan diteqînin, di dîmenan de xwe dan der.    Qada çiyayî ya li dora Çemê Xabûrê yê di navbera navçeya Elkê û navçeya Qileban a Şirnexê de, bi xebatên madenê û çêkirina rêyan tê texrîbkirin. Dîmenên li herêmê hatine kişandin, texrîbata ji ber teqînan dide der.    Di dîmenan de ku gihîştin ajansa me; di xebatên rê yên Midûriyeta Herêma 9'emîn ên Rêbejahiyê de, qada çiyayî bi dînamîtan tê teqandin. Gava dînamît tên teqandin tîqetîqa kesên li wir tê bihîstin. Ji wan kesan yek jê dibêje "Me serobino kir."    Rewşa heyî zirarê dide robarê li herêmê. Mudaxile li herka robar tê kirin û pê re jîngeha candarên li derdora Çemê Xabûrê tê tunekirin. Bi vê re xetereya koçberiya heywanan û qirêjbûna kaniyên avê xwe dide der.    MA / Zeynep Dûrgût